11:17 21 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    YPG: 'Şehîdên me hene'

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya xwe de da xuyakirin, ku ew her du şervanên wan di teqîna pêr 15ê Îlonê ya li bajarê Hesekê de şehîd ketine.

    Rojava — Di daxuyaniyê de tê gotin, di teqîna pêr a li Hesekê de şervanê bi navê Mihemed Xilêf ji dayikbûyê sala 1990 li bajarê Hesekê û herwiha şervanê bi anvê Luqman Mihemed ji dayikbûyê sala 1965an jiyana xwe ji dest dan.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, ku di encama teqîna li Hesekê de hejmarek welatiyên sivîl jî şehîd bûne, lê ti hejmarekê nade xuyakirin.

    YPGê ragihandiye, ji ber ku ew li şûna hemû cîhanê şerê terorîstan dikin, lewma rastî êrişên terorîstî jî tên.

    Pêr roja 15ê Îlonê li bajarê Hesekê teqînek çê bû. Hatibû ragihandin, ku kesekî xwekuj bi rêya otomobîleke bombekirî xwe li pêşiya Navenda Pêwendiyên Giştî yên YPGê ya li ser rêya Mişêrfa û li pişt mehlecê teqnad.

    Herwiha hatibû ragihandi, ku di encaama teqînê de 16 kes şehîd bûne ku 3 ji wan şervanên YPGê ne.

    Roja 14ê Îlonê jî li bajarê Hesekê li 2 cihan teqîn çê bibûn. Hatibû zanîn, ku bêtirî 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûn. Ew teqîn jî bi rêya otomobîleke bombekirî bû û di rêbendeke Hêzên Asayişê de çê bibû.

    Bi heman mijarî:

    Nîşangirên îsrayilî dê filistîniyan bikujin
    Ayhan Bilge: ‘HDPê têra xwe rîsk hildaye, divê Davutoglu jî hilde'
    Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?
    Tarik Ziya Ekinci: 'Her wekî ku kurd ne birayên tu kesî ne ...'
    Êzidî: 'Daxwaziya alfabeya latînî dikin'
    Etîketan:
    YPG, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de