14:05 24 Mijdar 2017
Zindî
    Îsrayîl, polês, Filistîn

    Nîşangirên îsrayilî dê filistîniyan bikujin

    © REUTERS/ Ammar Awad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serdozgerê Îsrailê Yehuda Weinstein qanûna ku destûrê dide nîşangirên îsrayilî ku filistîniyên keviravêj bikujin piştrast kir.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya televîzyana Îsrailê ya Qanal 10ê, polês û leşkerên îsrayilî êdî li hemberî çalakvanên filistînî yên keviravêj dê bikaribin guleyên rastîn bi kar bînin.

    Duh Serokê Dewleta Îsrayilê Benyamin Netenyahu daxuyaniyek dabû û gotibû: ‘Em ê li hemberî kesên ku kevir û molotovan diavêjin şer bikin.'

    Piştî vê daxuyaniyê Serdozger Weinstein ev biryar daye.

    Piştî vê biryarê Berdevkê Polêsên Îsrayilê Luba Samiri diyar kir ku li Qudsê ciwanekî ku molotov diavêt, ji hêla polêsan ve bi guleyan hatiye birîndarkirin.

    Ji hêla din ve hat ragihandin ku 15 kesên cihû ligel polêsan ketine nava Mescida Eqsayê.

    Mudîrê Mescida Eqsayê Umer Kiswanî wiha diyar kir: 'Ew cihûyên ku ketine Mescida Eqsayê, çendekê li nava mizgeftê geriyan û çûn.' Kiswanî anî ziman ku niha li Mescida Eqsayê rewşeke awarte tuneye.

    Bi heman mijarî:

    Ayhan Bilge: ‘HDPê têra xwe rîsk hildaye, divê Davutoglu jî hilde'
    Sûriye: Çima Amerîka DAIŞê bombebaran dike, lê Rûsya nikare bike?
    Tarik Ziya Ekinci: 'Her wekî ku kurd ne birayên tu kesî ne ...'
    Êzidî: 'Daxwaziya alfabeya latînî dikin'
    Li Vartoyê goristana şervanên PKKê tê bombekirin
    Etîketan:
    Filistîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de