12:31 25 Mijdar 2017
Zindî
    Ayhan Bîlgen

    Ayhan Bilge: ‘HDPê têra xwe rîsk hildaye, divê Davutoglu jî hilde'

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji Sputnikê re axivî û got: ‘HDPê têra xwe rîsk hildaye, divê Davutoglu jî hilde.'

    Enqere - Serokwezîr Davutoglu duh beşdarî weşana NTVê bû û wiha got: ‘Dijminê me PKK ye. Dijminbûn an reqîbbûna HDPê jî girêdayî feraseta li hemberî PKKê ye. Eger ku PKKê meşrû bibîne wê demê dibe dijminê gel. Ew kesên deng dane HDPê ji bo me pîroz in.'

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen derbarê gotinên Davutoglu de ji Sputnikê re axivî û got: ‘Davutoglu heta HDPê diceribîne, bila here êrişên li ser buroyên HDPê şermezar bike.'

    Bilgen got: ‘Beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê bi sedan buroyên me rastî êrişan hatin. Di wê demê de AKPê derbarê van bûyeran de tu tiştek negot. Ji ber vê ker û lalbûna AKPê piştî hilbijartinê dîsa avahiyên partiya me hedef girtin û êriş birin ser.'

    Bilgen diyar kir ku feraseta Serokomar Erdogan ji serî heta binî bêhiqûqî ye. Derketina qadên hilbijartinê, ji AKPê re deng xwestin, ji bo AKPê bi destê xwe lîste çêkirin bêhiqûqiyekê mezin e. Eger Erdogan dixwaze siyasetê bike, bila biryara xwe bide.

    Bi heman mijarî:

    Bîlgen: Îdiaya ‘heyeta HDPê ji bo agirbestê diçe Qendîlê' derew e.
    Baluken: Pêngav neyên avêtin plana B dest pê dike
    Baluken: 'Divê wekîlên CHPê guh bidin dengê wijdanên xwe.'
    Kişanak: 'Em ê her tim Ocalan silav bikin'
    Etîketan:
    HDP, Ayhan Bigen, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de