00:27 18 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Hevpeymaniya dijî DAÎŞ

    Pispor: 'Fransa di peydabûna DAIŞê de berpirsiyar e'

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Krîza penaberan encameke mudaxeleya rojavayî ya li krîza Sûriyayê ye.

    Serokê Sûriyayê Beşar Esad di hevpeyvîna bi çapemeniya Rûsyayê re ragihand ku koalîsyona bi serkêşîya DYAyê ya li dijî DAIŞê şer dike, tu encaman nikare bi dest bixe. Li gorî nêrîna Esad, ew koalîsyoneke reaslîst e û di şerê li dijî DAIŞê de ne xwediyê nîyeteke cidî ye:

    'Rastî ew e, ku bi tevî operasyonên koalîsyonê jî, DAIŞ bandora xwe zêdetir dike. Koalîsyon tu tiştî nikare bi dest bixe. Ji ber ku nikare bandorê li rewşa li bejahiyê bike.'

    Li gorî gotinên Esad dewletên wekî Tirkiya, Qatar, Erebistana Siûdî û herwiha Fransa, DYA û hinek dewletên din ên rojavayî yên ku destekê didine terorîstan, nikarin şerê terorîzmê bimeşînin.

    Pisporê fransî yê li ser Rojhilata Navîn û nivîskarê pirtûka 'Li Sûriyayê xeletiyên Rojavayê' Frederîk Pîşon jî nêrînên Esad mafdar dibîne û di hevpeyvîna bi Sputnik Franseyê re wiha gotiye:

    'Ez Esad mafdar dibînim ku dema dibêje, Rojava di peydabûna radîkalên îslamî yên çekdar de berpirsiyar e. Di destpêkê de DYA û Fransayê piştgirî dane komên ku wekî rêxistinên mutedîl bi nav dikirin. Paşê hate fêmkirin ku ew kom bi El-Qaîdeyê ve girêdayî ne. Herwiha Fransa di nav koalîsyona dewletên ereb ên Kendava Farisîyê de jî cih digire, ku ew jî di peydabûna DAIŞê de berpirsiyar in. Îdeolojîya DAIŞê li ser wehabîzm û fûndamentalîzmê hatiye sazkirin û ji ber wê jî pozîsyona Rojavayê pozîsyoneke nakokîbar e.

    DAÎŞ`ê êriş li Kobanîyê kir
    © AFP 2017/ STRINGER

    Ez dixwazim bi awayekî vekirî bibêjim ku di wê rerwşê de divê em baweriya xwe bi gotinên rêvebiriya Fransayê neyînin. Rêvebiriya Fransayê di destpêkê de gelek xeletî kirin. Pozîsyoneke wisa pejirand ku di çareserkirina krîza Sûriyayê de lîstikvanên mezin ên navneteweyî û herêmî yên wekî Rûsya û Îranê li derve bihêlin. Niha hewl didin ku wê xeletiya xwe rast bikin, lê li gorî nêrîna min êdî hewleke derengmayî ye. Ez wisa difikirim ku Fransa niha êdî fêm dike ku koalîsyoneke bêyî Rûsya û Îranê nikare bandorê li guhertinên siyasî yên li Şamê bike û li herêmê aramiyê dabîn bike.

    Krîza penaberan encameke destêwerdana Rojavayê ya di krîza Sûriyayê de ye. Gelek înîsîyatîvên dîplomatîk hebûn, bi taybet jî yên rûsî, ku di serî de divê bihatana qebûlkirin. Eger wisa bihata kirin, wê pêşî li rijandina xwîna ewqas zêde, kaos û penaberbûna welatiyan bihata girtin. Pêşniyarên Rûsyayê ji ber pêşbîniyên xelet hatin redkirin. Rêvebirên welatên rojavayî wisa difikirîn ku di maweya çend mehan de rejîma Esad dê bê têkbirin û hilweşandin. Ew yek pêk nehat û em rastî kaoseke mezintir hatin, ku aramiya Ewropayê jî tehdîd dike. Li ser pozîsyona welatên ereb ên Kendava Farisîyê jî dixwazim bibêjim ku li hemberî rewşa penaberan durûtiyê dikin û wan qebûl nakin.

    Artêşa Sûriyayê gelekî lawaz bûye. Beşar Esad bi xwe îtîraf kir ku kêmasiya leşker û teknîka leşkerî dikşînin û welatî jî ji ber ambargoyên Rojavayê zehmetiyên cidî dikşînin. Lê, divê em wê rastiyê jî teslîm bikin ku her çiqas di destpêka pevçûnan de 100 hezaran mirov winda bûn jî, artêşa hukimeta Sûriyayê baş li ber xwe dide. Generaleke amerîkî jî li xwe mukur hat, ku tu artêşên rojavayî di rewşeke wisa de nedikaribûn li ber xwe bidin, rewşa artêşa Sûriyayê di nav de derbaz dibe. Niha li Fransayê jî êdî deng bilind dibin, ku artêşa Sûriyayê jî derbazî nav koalîsyona navneteweyî bê kirin. Yan jî eniyeke hevbeş a li dijî terorîzmê bête sazkirin. Ez wisa difikirim ku têkçûna artêşa Sûriyayê ne li gorî berjewendiyên tu aliyan e. Ji ber ku di rewşeke wisa de, radîkalên îslamî dê li Şamê bibine desthilatdar.'

    Bi heman mijarî:

    Fransa hişyariyê ji parçebûna Sûriyê û Iraqê dide
    Fransa ji Rûsyayê re pêşniyar dike ku peymana ser `Mîstralan` bê betalkirin
    Rûsya êdî çawa dikare bi DAÎŞ`ê re têbikoşe
    Welatekî din jî dest bi şerê DAÎŞ’ê kir
    Amerîka Esed wek hevbeşê di tekoşîna bi DAÎŞ-ê re nabîne
    Rêxistina Kanadî ji bo rizgarkirina dîlên di dest DAÎŞ`ê de navgînan kom dike
    DAÎŞ ji aliyê hevalbendên Amerîkayê ve hat sazkirin jibo rêjîma Esed tunebike
    Waşington nema zane bê kî ji Rûsya xerabtire, DAÎŞ an korsan
    Amerîka jibo guhertina desthilatê li Sûriyê, DAÎŞ bikaranî
    DAÎŞ lîsta buhayê jibo kolên cinsî amadekirye
    Keçkên ji Çeçenistanê alîgirên DAÎŞ-ê xapandin
    Êvgênî Satanovskî: Hêzên Tirkiyê DAÎŞ-ê bombebaran nakin
    Pispor: Dibe ku DAÎŞ ê cekên kîmiyawî ji derva wergirtibe
    Etîketan:
    Esad, Koalîsyon, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de