11:02 21 Mijdar 2017
Zindî
    Tariq Zîya Ekîncî

    Tarik Ziya Ekinci: 'Her wekî ku kurd ne birayên tu kesî ne ...'

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Siyasetmedarê kurd Tarik Ziya Ekinci ji nivîskarê tirk Ahmet Hakan re nameyek şand. Ziya di nameya xwe de got: 'Kurd ne birayê tu kesî ne, ne jî dixazin ku bi kesî re bibin bira. Kurd wekheviyê dixazin.'

    Stenbol — Siyasetmedarê kurd Tarik Ziya Ekinci ji nîvîskarê tirk Ahmed Hakan re nameyek şand û di nameya xwe de li ser slogana mîtinga Yekîtiya Odeyên Tirkiyayê (Türkiye Odalar Birliği) jî çend peyv gotin: 'Ew silogana ku "ji terorê re na/ ji biratiyê re erê" bi salan e bi niyeta fêlbaziyê tê bikaranîn. Her wiha nîşaneya durûtiyê ye.'

    Ekinci di dewama nameya xwe de wiha got:

    Kurd ne birayên tu kesî ne û naxwazin bi tu kesî re bibin bira jî. Ya ku kurd dixwazin ew e ku bibe hemwelatiyê xwedî heman heqî.'

    Tarik Ziya Ekinci li ser slogana mîtinga Yekîtiya Odeyên Tirkiyayê jî çend peyv gotin: 'Ew silogana ku "ji terorê re na/ ji biratiyê re erê" bi salan e bi niyeta fêlbaziyê tê bikaranîn. Her wiha nîşaneya durûtiyê ye. Daxwaza kurdan a pêkvejiyanê dibe ku wiha be: 'Ji teror û zordariyê re na/ ji demokrasî û wekheviyeke ji dil re erê"

    Ekinci di dawiya axaftina xwe de ji Ahmet Hakan re ev pêşniyar kir: Ez dibînim ku di bernameyên te de her tim qala 'biratiyê' tê kirin. Ez hêvî dikim ku hûn li hemberî vê gotinê bisekinin, ji ber ku armanca wê ferzkirina xulamtiyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Êzidî: 'Daxwaziya alfabeya latînî dikin'
    Li Vartoyê goristana şervanên PKKê tê bombekirin
    Li Kerboranê 6 kes hatin girtin
    DAIŞê Iraqê eriş kir: 23 kuştî, 68 birîndar hene
    Kişanak: 'Em ê her tim Ocalan silav bikin'
    Etîketan:
    Tariq zîya ekîncî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de