04:46 23 Mijdar 2017
Zindî
    Qampa Newroz ya penaberan

    Êzidî: 'Daxwaziya alfabeya latînî dikin'

    © Ruptly. Hediye Levent
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Ezidî piştî salekê navberdayînê îsal bi dest perwerdeya xwe kirin û xaniyên nava qampan wergerandin dibistanan.

    Navenda nûçeyan-Êzidî piştî êrişa DAIŞê, reviyan û hatin li Tirkiyeyê bi cih bûn. Her roj heviyên vegera xwe winda bikin jî, ji bo jiyanek nû tevdigerin. Mamostayên Êzidî di sinifan de dersa zarokên didin û materyale xwe ji saziyên dilkirî peyda dikin. Xala herî girîng jî ev e ku mamosta bi tîpên latînî dersan didin û piştî vê jî dersa İngilîzî, matematik û Kurdî didin.

    Divê dersa psîkolojiyê jî bê dayîn

    Yek ji mamostayê dildar Hajî Abdullah got, ‘ ji bo zarokên Êzidî divê dersa psîkolojiyê jî bê dayîn. Me ji bo psîkolojiya zarokan rast bibe û ji bo tevlî jiyana civakî bibin me dibistan vekirin. Em ji çile de dersan didin û kursên me qediyan. Hin kêmahiyên me hebûn wekî compîter, texte û tiştên din. Divê perwerdeya psîkolojiyê bê dayîn ji bo ku pêwistî pê heye.'

    Pirsgirêka mezin ziman e

    Metin Çorabatirê ku bi salan Nûneriya Komisertî a Penaberan ya Netewên Yekbûyî kir, piştî teqawûtiyê niha serokê İGAMê ye bal kişand ser bawerî û êrişa ser Êzidiyan û got, ‘ ji bo perwerdeyê pergalek rûnişti tuneye, zarok bê perwerde dimînin û xebatên pêşxistinê kêm in. Di qampên dewletê de bi tîpên Erebî, İngilîzî û Tirkî ders tê dayîn, lê ev jî ji bo penaberên Sûriyayî û Êzidiyan pirsgirêke. Dema arikarî ji dewletê tê xwestin vê carê jî pirsgirêka ziman derdikeve holê.'

    Bi heman mijarî:

    Jina Êzidî: Ez jajiya Kurdistanê bi goşt û birincê Ewropayê nadim
    TAYBET-18 jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin xelaskirin
    Heta niha 4451 welatiyên Êzidî bûne qurbanî
    Etîketan:
    DAIŞ, Metin Çorabatir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de