07:39 21 Mijdar 2017
Zindî
    PKK

    Li Vartoyê goristana şervanên PKKê tê bombekirin

    Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 257 0 0

    Hat gotin ku artêşa tirk li Vartoyê êrişî goristana şervanên PKKê kirine û goran hildweşînin.

    Varto - Hat îdiakirin ku artêşa tirk li Vartoyê êrişî goristana şervanên PKKê kirine û goran hildiweşînin.

    Hat gotin ku goristan ewil rastî êrişa bombebaranê hatiye û paşê dozer ketiye nav goristanê û goran hildweşîne.

    Gundiyeke bi navê Leyla Aydinkaya ji IMC TVyê re axivî û got:  ‘Îro destê sibehê di saet 03.00yan de artêşa tirk bi ser goristanê de êrişeke bombeyî pêk aniye û pişt re jî di navbera şervanên HPGê û leşkeran de pevçûnê dest pê kiriye.'

    Leyla Aydinkaya got: ‘Dema êrişa bombebaranê dest pê kir gundiyan ji mal xwe derketin û çûn ketin mizgeftê. Firoke hatin û goristana me hildiweşînin. Leşker ketine nava gund û nahêlin kes ji mal derkeve.'

    Bi heman mijarî:

    Li Gimgimê ‘qedexeya derketina kolanê’
    Li Tekmanê şer: 3 şervanên HPGê birîndarin
    Li Tekmanê şer
    Li Kanîreşê şer
    Etîketan:
    Goristana şervanê PKKê ya Şehîd Ronahî, Varto
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de