03:16 25 Mijdar 2017
Zindî
    gulten kışanak

    Kişanak: 'Em ê her tim Ocalan silav bikin'

    © Foto: Dîyarbakır belediyesi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Gultan Kişanak derbarê lêpirsîna ku derheqê wê de hatiye vekirin de axivî û got: 'Em dê her tim Ocalan ê ku parêzvanê tekoşîna azadiya jinê ye silav bikin.'

    Navenda Nûçeyan — Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derheqê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak de bi hinceta 'propagandaya rêxistinê kiriye' lêpirsîn hat vekirin.

    Dozgeriyê derbarê Kişanak de ji ber axaftineke wê ya li qada Îstasyonê ya Amedê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de doz vekiriye.

    Dozger pirsa 'Gelo te ji Ocalan re silav şandiye?' ji Kişanak kiriye û Kişanak jî ev yek piştrast kiriye.

    Kişanak got: ‘Ocalan zordestiya li ser jinê pir rexne kiriye. Teoriyên kuştina hişmendiya zilamê serdest bi pêş xistiye û civak jî ji van teoriyan re amade kiriye. Ji ber vê yekê çalakiyên li ser jinan hest û ramanên xwe yên li ser Ocalan tînin ziman.'

    Kişanak diyar kir ku zordestiyên li ser jinan her roj zêde dibin, her roj jin tên kuştin û wiha got: ‘Em birêz Ocalan her tim silav dikin. Ji ber axaftina min a 8ê Adarê lêpirsîn hatiye vekirin û ev helwest di şexsê min de êrişeke li ser hemû jinan e.'

    Bi heman mijarî:

    Serokê Şaredariya Bazidê hat girtin
    Hevşaredarê Farqînê Teke jî ji wezîfeyê hat hildan
    Hevşaredarê Bismilê Resûl Sarî hat binçavkirin
    Hevşaredarê Dihê Kiliç jî ji wezîfeyê hat hildan
    Etîketan:
    Gulten Kışanak, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de