07:29 21 Mijdar 2017
Zindî
    Rêdûr Xêlîl

    TAYBET-Rêdûr Xelîl: 'Leşkerên amerîkî nehatine û pêşmerge jî dê neyên'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 92 0 0

    Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl, derbarê leşkerên Amerîkayê yên ku çûne Rojava de ji Sputnikê re axivî û got: 'Leşkerên Amerîkayê nehatine Rojava û tu daxwaziyeke me çênebûye û di tekoşîna li hemberî DAIŞê de tekiliyên me û Amerîkayê di asteke baş de ne.'

    Navenda nûçeyan-Xelîl, di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Heta niha leşkerên Amerîkayê nehatine bakurê Sûriyayê û ev nûçe ne rast in. Wekî YPGê ne ji bo hatina leşkerên Amerîkayê û ne jî ji bo perwerdekirina şervanên PYDê me tu daxwazî ji Amerîkayê nekiriye.'

    Hatina pêşmerge ji bo Rojava ne rast e

    Xelîl wiha axivî: Ji ber ku têkiliyên me yên baş bi Amerîkayê re hene, me derbeyên giran li DAIŞê dan.'

    Derbarê îdiayên ku dibêjin 'pêşmergeyên ku li başûr perwerde bûne dê vegerin rojavayê Kurdistanê' jî wiha got: 'Ev agehî ne rast e. Pêşmerge dê neyên Rojava.'

    Bi heman mijarî:

    YPG: Emîrekî çeteyan û 2 çete hatin kuştin
    YPG: Tirkiyê 6 şervanên me radestî El Nusrayê kirine
    Etîketan:
    YPG, Rêdûr Xelîl, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de