21:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan

    Karayilan: 'Erdogan ji bo 400 parlamenterî şer derxist'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 51 0 0

    Endamê Konseya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ji bo hemû derdorên ku bang dikin û dixwazin şer bisekine wiha got: 'Ev şer ji aliyê Erdogan ve hat destpêkirin. Erdogan ji bo 400 parlamenterî wergire, vî şerî dimeşîne.'

    Navenda Nûçeyan — Endamê Konseya Rêveber a PKKê Murat Karayilan, mijarên di rojevê de ajansa anf re axivî. Karayilan der barê îdîayên rayedarên dewletê yên dibêjin, 'PKK'ê pêvajoya çareseriyê bi kar anî û çek li herêmê bi cih kir' de ev nirxandin kir:

    'Tiştekî bi vî rengî nîn e. Em heta dawiyê bi awayekî samîmî nêzî Pêvajoya Çareseriyê bûn. Lêbelê me bersiva wê nedît. Eger ji aliyê Serok Apo ve di destpêka sala 2013an de Pêvajoya Çareseriyê nehatibûya destpêkirin, şerê mezin wê hingî dê dest pê bikira. Ji aliyê me ve hemû amadekarî qediyabûn. Dema mirov li beriya Pêvajoya Çareseriyê, yanî li asta şer a sala 2012an binêrin, wê ev rastî bi zelalî xuya bike. Di wê demê de li gelek deveran sîstema dewletê hat tevizandin. Ji 19ê Hezîrana 2012an û vir ve ji sedî 80ê erdnîgariya Colemêrgê di bin kontrola gerîla de ye. Lê belê hikûmeta AKPê û rayedarên dewletê bi israr, rastiyan ji raya giştî vedişêrin. Mînak: ji bo şerê li Oremarê, di çapemeniyê de weke kemîn an jî 'xefika bi xayintî' hat nîşandan. Hal ew e ku li wê derê 5 rojan şerekî dijwar qewimî. Lêbelê, ji ber ku rastî ji raya giştî hat veşartin, mîna ku tenê teqînekê rû daye, hat nîşandan. Bi kurtasî, pozîsyona me berê gelekî xurt bû; bêguman di Pêvajoya Çareseriyê de jî, me xwe li hemberî tunekirinê parast.'

    ERDOGAN VÎ ŞERÎ JI BO 400 PARLAMENTERÎ DIMEŞÎNE

    Karayilan ji bo derdorên ku dixwazin vî şerî bisekinînin jî wiha axivî: 'Yê ev şer da destpêkirin Erdogan e. Rast; hin derdorên nava dewletê yên xwedî meyla înkar û tunekirinê jî tevî vê tifaqê bûn, lêbelê ji aliyê esasî ve Erdogan vî şerî ji bo 400

    parlamenterî dimeşîne. Dema dît ku di nava şert û mercên asayî de nikare bi dest bixe, dixwaze bi şer re hemû hevsengiyan ser û bin bike û di hilbijartinên 1ê Mijdarê de bi ser bikeve. Lewma aliyek heye ku dixwaze vî şerî bidomîne. Pêwîst e israr were kirin ku desthilatdarî vê helwesta xwe biguherîne. Yanî eger helwesta 'tu bi şer nikarî encamê bi dest bixînî' bibîne, dibe ku dest ji vê berde. Ji ber vê yekê pêwist e civaka Tirkiyayê û hêzên alîgirê aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind bikin û hîn bêhtir nerazîbûnê nîşanî êrîşkariya AKPê bidin. Bi vî rengî dikarin helwesta AKPê biguherînin. Ji ber ku heta ev êrîş neyên sekinandin, eger em pozîsyona xwe ya parastinê bi awayekî yekalî qels bikin, wê ev rewş ne tenê ji bo me, ji bo hemû hêzên demokrasiyê encamên giran ên nikarin ji bin rabin, derxîne holê.'

    Bi heman mijarî:

    Keça Kurd vegeriya mala xwe
    KCKê daxuyaniyeke duyemîn da: 'Em amade ne û divê tecrîd li ser Ocelan rabe'
    Pêşmergeyên PDK- Î derbasî nav bajarê Şino bûn!
    Googleyê ji bo penaberan dest bi kampanyaya alîkariyê kir
    PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû: Bila Barzanî xatir ji serokatiya bixwaze!
    Etîketan:
    murad karayilan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de