23:50 20 Mijdar 2017
Zindî
    Mutlu Kaya

    Keça Kurd vegeriya mala xwe

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Mutlu Kayaya 19 salî ku ji terefê hevalekî xwe ve bi demançê hatibû birîndarkirin piştî tedawiya wê li GATAyê vegeriya mala xwe.

    Navenda nûçeyan-Mutlu Kaya,piştî ku di televîzyoneke taybet de derketibû pêşbirka awaziyê vegeriya mala xwe û di 18ê Gûlanê de li navçeya Erxenî ya Amedê ji terefê hevalê xwe ve rastî êrişa çekdarî hatibû. Kaya pêşî rakirin Nexweşxana Lêkolîn û Perwerde ya

    Gazî Yaşargilê û ev nêzî du mehaye jî li Enqereyê li Akademiya Tibî a Leşkerî ya Gulhanê tedawî dît.

    Mutlu Kaya, piştî dermankirina li GATAyê vegeriya mala xwe. Dayika Mutlu,Xanim Kaya got, ‘ Mutlu di pêvayoya dermankirinê de ji qeweta xwe ketiye. Bijîşkên GATAyê ji bo Mutlu 3 mehan pêşniyara bêhnvedanê kir û piştî vê ê dîsa pêvajoya dermankirinê destpêbike. Keça min ji mirinê xelasbû û ez gelekî kêfxweş û dilşad im.

    Bi heman mijarî:

    Li Konya, Mêrsîn û Eskîşehîrê êriş li ser kurdan pêk hatin
    Bîlançoya 2 rojên nijadperestiyê: 305 êriş
    Etîketan:
    Xanim Kaya, Mutlu Kaya, Erxenî, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de