08:30 22 Mijdar 2017
Zindî
    Arikariya Googlê

    Googleyê ji bo penaberan dest bi kampanyaya alîkariyê kir

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Googleyê bangî saziyên alikarî û însanî yên pêşeng kir: 'Piştî Şerê Cîhanê yê Duyêmîn, cara yekem e ku cîhan vê ‘krîza koçber û penaberan' dibînê.

    Navenda nûçeyan-Li gorî daxuyaniya Googlê ya Tirkiyayê, şirket bi qasî alîkariya ku berhev bike dê alîkariyekê bide penaberan. Sînorê alîkariyê wekî 5 mîlyon ewro hatiye nîşandan û bi vî awayî ew dê jî 5 mîlyon ewroyan bidin ser û bi giştî di destpêkê de dê 10 mîlyon ewro bexş dê bê berhevkirin.

    Bexşên ku bên berhevkirin dê di nava Bijîşkên Sînornenas, Komîteya Rizgarkirina Navneteweyî, Weqfa Xelaskirina Zarokan û Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî de dê bên belavkirin.

    Yên ku bixwazin bexşê bikin, dikarin ji navnîşana https://onetoday.google.com/page/refugeerelief?c=TR agahiyê bistînin.

    Bi heman mijarî:

    Google navê Rojavayê kir Kurdistana Sûriyayê
    Etîketan:
    Google, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de