03:10 25 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Kanton nahêlin pêşmerge herin Rojava

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 60 0 0

    Rêveberiya Kantonên Rojava bi daxuyaniyekê diyar kirin ku tu biryareke wan a ji bo hatina hêzên pêşmerge ku werin Rojava tuneye.

    Navenda nûçeyan-Kordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber ên her sê kantonên rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Efrîn û Kobanî) derbarê agahiyên vegera pêşmergeyan ji bo Rojava de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di bernameya wan de tiştek wisa nî ne ku pêşmerge vegerin Rojava.

    Rêveberiya Kantonan ragihand: 'Em hertim hewl didin ku têkiliyên xwe û karê hevbeş bi hemû parçeyên din ên Kurdistanê re bihêz bikin. Îdiayên ku dibêjin pêşmerge dê vegerin em red dikin, tu niyeteke wiha tuneye. Ev yek di plana Rêveberiya Xweser de tuneye. Rêveberiya Xweser bi hemû hêzên xwe Rojava û gelê wê diparêze, li Rojava tenê ev hêzên me rewa ne.
    Rêveberiya her sê kantonan herwiha daxwaz kir ku kes xwe tev li karê wan ê navxweyî nebe û pêwendî jî li ser vê bingehê bêne danîn.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge - Kerkûk - 10 gund rizgar bun
    Pêşmerge; êrişa DAIŞê têk bir
    Amerîkayê çekên nû dan Pêşmerge
    Etîketan:
    Kantona Cizîrê, Pêşmerge, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de