03:30 21 Mijdar 2017
Zindî
    Dêrsim

    Dêrsimî bûn mertalên zindî

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Niştecihên qezaya Pilûrê ya Dêrsimê, asêkirina rêyan pirotesto kirin û çalakiya wan a "mertala zindî" ji aliyê hêzên Tirk ve hat astengkirin.

    Dêrsim-Duh bi sedan kes bi dehan wesayîtan xwestin rêya Pilûr-Dêrsîmê ya ku ji aliyê parêzgariyê ve hatiye girtin bi kar bînin lê girse ji aliyê leşkerên Tirk ve hat rawestandin. Li vir di navbera berpirsên leşkeran û çalakgeran de diyalogên balkêş derbas bûn.

    Şaredarê Pilûrê Mehmet Fatîh Maçoglû, ku tevlî xwepêşandanê bibû, destnîşan kir ku ew dixwazin vê rêkê bikar bînin û biçin Newala Çemên Minzurê û li hemberî operasyonên leşkerî bibin mertalên zindî. Lê leşkeran rê nedan girseyê.

    Berpirsên leşkerên li xala ku rê daxistî got ku ew fermana parêzgariyê bi cih tînin, ger niştecih difikirin ku mafên wan tên binpêkirin, bila serî li merciyên fermî û hiqûqê bidin.

    Girse li xala pişkinînê derdora nîv saetî çalakiya rûniştinê pêk anî paşê li ber avahiya Qaymeqamiya Pilûrê jî çalakiya rûniştinên li dar xist.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsim û Colemêrgê gelek dever wek ‘herêma ewlehiyê' hat îlan kirin
    Etîketan:
    Dêrsim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de