07:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkî

    Amerîka hêzeke taybet şand Rojava

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku hêzeke taybet a wî welatî derbasî Rojava bûye û di şerê DAIŞê de alîkariya şervanên YPGê dike.

    Navenda nûçeyan-Austîn agahiyên zêde li ser hejmara wê hêza amerîkî û dema derbasbûna wê hêzê neda.

    Fermandeyê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM), general Lloyd Austîn tevlî civîna Komîsyona Hêzên Çekdar a Senatoya Amerîkayê bû û agahî da endamên komîsyonê.

    Lloyd Austîn da zanîn ku hêzeke taybet a Amerîkayê derbasî Rojava bûye û di şer û operasyonên li dijî DAIŞê de alîkariya YPGê dike.

    Austîn, rayedarê leşkerî yê Amerîkayê diyar kir ku Amerîka pêşniyara avakirina herêma aram yan herêma dijefirrînê li nav axa Sûriyê nake û got, divê ew herêm ji aliyê hêzên bejahî ve were parastin.

    Televîzyona Amerîkî ya NBC jî li ser zarê rayedarên Pentagonê eşkere kiriye, ew hêza Amerîkî ya derbasî Rojava bûne tevlî şer nabe û dê tenê rola şêwirmendiyê bilîze.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka alîkariye dide Barzanî
    Lavrov; Amerîka mevziyên DAIŞê dizane lê li wan nade
    Îranê hişyarî da Amerîka
    Amerîka: 200 efserên hêzên deryayî û 1500 leşkerên Rûs gihiştine Sûriyê
    Etîketan:
    Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de