02:03 24 Tebax 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    FLAŞ - HPG: '25 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar in'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 103 0 0

    Li gorî nûçeya ANFê, HPGê derbarê şerên dawî de daxuyanî da û diyar kir ku 25 leşkerên tirk hatine kuştin, 4 jî birîndar in.

    Navenda Nûçeyan — HPGê derbarê şerên dawî de daxuyanî da û diyar kir ku 25 leşkerên tirk hatine kuştin, 4 jî birîndar in.
    Daxuyanî wiha ye:
    ‘COLEMÊRG
    ‘Roja 15ê Îlonê di saet 17:30an de, li hemberî konvoyeke wesayîtên zirxî ya ji Wanê diçû Colemêrgê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiya sabotajê de wesayîteke zirxî bi temamî îmha bû û 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî bi giranî birîndar bûn.
    ZAP
    Roja 14ê Îlonê di saet 15:00an de li hemberî qereqola Geman a li ser sînorê herêma Zapê ye, 2 çalakiyên sûîqestê hatin kirin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
    AMED
    4ê Îlonê danê êvarî saet 18.45an hêzên me li hember navenda navçeya Hezroyê ya Amedê ji 5 baskan ve çalakî pêk anîn. Çalakî bi roketan, bombeyan û çekên ferdî li hemberî hedefên leşkerî yên derdora girtîgehê pêk hatin û li vir 7 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
    HPG
    © Foto: umudayuruyenler.net
    Her wiha YJA STARê jî duh eşkere kiribû ku 12 leşker hatine kuştin. Bi yekê re di nav 4 rojan de bi giştî 25 leşkerên tirk hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.'

    Bi heman mijarî:

    HPG: 33 polês hat kuştin
    HPG:12 leşkerê tirk hat kuştin
    HPG: Divê zemîn ji provokasyonan re neyê pêşkêşkirin
    FLAŞ - HPG: 3 serkomîser, 45 polês hatin kuştin
    FLAŞ - HPG: 'Gerîla hîn agirê çalakiyan gur nekiriye'
    Etîketan:
    YJA STAR, HPG
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de