13:01 21 Tebax 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Parlamentera HDPê derbarê kuştina ciwanê kurd de pêşnûmeyekî kurdî da meclisê

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Wekîla HDPê ya Mêrdînê Enise Guneyli derbarê kuştina ciwanê kurd Sedat Akbaş de ji bo Wezîrê Karên Hundirîn Selami Altinok bibersivîne pêşnûmeyekî ku bi kurdî hatiye nivîsandin da meclisê.

    Navenda Nûçeyan — Enise Guneyli diyar kir ku di salên 1980an de Zimanê Kurdî bi temamî qedexe bû niha jî wisa ye û xwest ku derbarê kuştina Sedat Akbaş de lêkolîn bête kirin.
    Di daxwaznameyê de derbarê hinceta lêkolînê de ev tişt hat gotin:

    • ‘Kî êrişê Akbaş kiriye û di destê we de tu agahî derbarê kesên êrişê pêk aniye de haye?Tê dîtin ku bûyer di seet 11.00an de pêk hatiye. Lê çima polês heta seet 01.00an wî ciwanê birîndar nebirye nexweşxaneyê.
    • Eger polês ciwanê zû bigihanda nexweşxanê wê nemiriya.  Derbarê vî de çi agahî destê we de heye.
    • Çima Şaredariya Mezin ya Stenbolê wesayîta cenazê nedaye malbatê?
    • Gelo agahiya walîtiyê û şaredariyê heye?
    • Qaşo li welatekî ku qanalên kurdî jî serbest e de ciwanekî ji ber kurdî axivîye tê kuştin. Gelo derbarê vî de ferasetên we çiye?
    • Gelo heta îro çend kes ji ber kurdî axivîye hatiye kuştin?
    Pêşnûme Enise Guneyli
    © Foto: HDP Genel Merkez Basın Bürosu
    Pêşnûme Enise Guneyli

     

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê ciwanek ji bo ku di telefonê de 'kurdî' axiviye hat kuştin
    TBMMê pêşnûmeya bi Kurdî redkir
    Kadrî Yildirim li TBMMê cara yekem pêşniyaza bi kurdî da
    Etîketan:
    TBMM, HDP, Enîse Güneyli, Sedat Akbaş, Mêrdîn, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de