07:59 24 Tebax 2017
Zindî
    tv-televîzyon

    Biryara reşkirina Ozgur Gun TVê hat rawestandin

    © Flickr/ flash.pro
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Ozgur Gun TV dê weşana xwe berdewam bike.

    Navenda Nûçeyan — Piştî pêvajoya çareseriyê hat rawestandin û agirbesta yekalî xelas bû di êriş û şerê li bajar û navçeyên kurdan de heta niha gelek mirov hatin kuştin û birîndarkirin. Herwiha gelek kes jî heta niha hatin girtin.

    Li aliyê din çapemeniya kurdan jî di bin zext û zordariyeke mezin de ye. Bi qasî ku tê zanîn malpera DÎHAyê di nav mehekê de 18 caran ji hêla dewletê ve hatiye girtin.

    Herwiha hatibû ragihandin ku weşanên gelek qanalan ku di nav de Ozgur Gun TV jî heye hatibû reşkirin.

    Îro 12. Dadgeha Îdarî ya Enqereyê biryara ku ji hêla RTUKê ve hatibû dayîn rawestand.

    Tê zanîn ku Ozgur Gun Tv heta niha rastî gelek zext û zordariyan hatiye, weşanên wê gelek caran ji hêla dewletê ve hatine rawestandin û cezayên giran lê hatine birîn.

    Bi heman mijarî:

    Şirin Payzin: ‘Em nikarin parlementerên HDPê bînin programê.'
    Li gelek cihan girtin û binçavkirin
    Li Nisêbînê teqîn; 3 polês hatin kuştin
    Di dinyayê de keça herî bi qewet ji Esma Esed pirsî: ‘ tu ji sekana li Sûriyê natirsî'
    Demirtaş: ‘Êdî siyaseta demokratîk wê li pêş be.'
    Etîketan:
    Ozgur Gun TV
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de