02:13 21 Tebax 2017
Zindî
    Fîgen Yuksekdag

    Yuksekdag: Me rêya xwe bi Qendîlê nexist

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag di daxuyaniya çapemenî de da zanîn ku wan rêya xwe bi Qendîlê nexistiye û ew bi partiyên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin çêkirine.

    Enqere-Du roj bere Şandeke HDPê û KCDê serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û bi rayedar û partiyên wê reanê re hevdîtin kiribûn.

    Hevseroka HDPê Fîgen Yûksekdag, îro di civîneke rojnamevaniyê de li ser hevdîtinên şanda HDPê bi partiyên Başûrê Kurdistanê re agahî da û got, ‘em neçûn Qendîlê. Jixwe me li Silêmaniyê jî gotibû ku ti planeke me ya çûyîna Qendîlê tune.

    HDP
    © Foto: Gulnush Ergul
    Qendîl berdewam tê bombebarankirin em ê çawa herin Qendîlê?

    Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî li dijî meşa sibê ya "li dijî terorê" nerazîbûn nîşan da û got, ‘yên ku vê meşê organîze dikin dibêjin "bila her kes ala xwe bîne û li dijî terorê bimeşe'. Ev yek dê dijmanahiya kurdan kûrtir bike. Ma kurdan êrişî ala te kiriye? Dema mal û warê kurdan dihatin şewitandin, hûn li kuderê bûn? Eger hûn diwêrin herin ber deriyê Serayê bimeşin.'

    Bi heman mijarî:

    Fîgen Yuksekdag: Polês û grûpên faşîst êrişî me dikin
    Etîketan:
    HDP, Figen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de