12:27 19 Tebax 2017
Zindî
    Alaya HDP

    HDPê afîşa nijadperestan da rakirin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Li ser navê HDPê Parêzer Hakan Evcin bi destî Dozgeriya Antalyayê afîşeke nijadperestan da rakirin.

    Li Antalyayê 13ê Îlonê bi bihaneya protestoya terorîzmê afîşeke nijadperestane hatibû daliqandin ku sponsorên wê hinek şirketên tirk bûn. Li ser afîşa ku li hinda mizgefta Muratpaşa hatibû hilawestin wiha hatibû nivîsandin: ‘Em ê miriyê we û zindiyê we, rojekê tevahiya we li ber alaya bi heyv û stêrk bidin rêzgirtin.'   

    Ev afîş dawiya hefteya borî bi pêşengiya komeleyeke herêmî digel sirûda tirkan a neteweyî hatibû daliqandin û Serokatiya Antalyayê ya HDPê derbarê wê de doz vekiribû. Li ser vê yekê bi daxwaza dozgeriyê polêsan afîş daxist xwarê.

    Herwiha parêzerê HDPê daxwaz kir ku ev afîşên provakatîf neyên daliqandin û kesên daliqandî bên darizandin.

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka HDPê, alê nekîn amûra nîjadperestiyên xwe
    Baydemir ji Meclisa Tirkiyayê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike
    Etîketan:
    Nijadperest, Kurd, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de