10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    azerbeycan

    Azerî: 'Bila kurd vî bajarî biterikînin'

    © Sputnik
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Azeriyên ku li rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Ûrmiyeyê dijîn gefan li kurdan dixwin û dibêjin ku bila ji bajêr derkevin.

    Navenda nûçeyan-Li gorî agahiyan çend roj berê li hinek tax û kolanên Ûrmiyeyê, hinek afîş û pankard hatibûn daliqandin û li ser wan nivîsên li dijî kurdan hatibûn nivîsandin.

     Ji wan belavokan hinek nusxe ketine destê medyaya kurdî û aşkera dibe ku kurd hatine tehdîdkirin. Li gorî belavokê ‘eger kurd ji bajêr dernekevin dê piştî meheke din berdêlên giran bidin.'

    Ala Îranê
    © Sputnik/ Grigory Sisoyev
    Ev belavok li ser navê "Tevgera Millî ya Azerbaycanê" hatiye amadekirin. Ji şêweyê belavokê xuya dibe ku ji aliyê azeriyên nijadperest ve hatiye belavkirin.

    Heta niha rayedarên Îranê li ser vê bûyerê tiştek negotine.

    Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Ûrmiyeyê hinek ermenî, cihû û azerî jî digel piraniya kurd dijîn.

    Bi heman mijarî:

    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Etîketan:
    Tevgera Millî ya Azerbaycanê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de