14:43 23 Tebax 2017
Zindî
    binçavkirin

    Li gelek cihan girtin û binçavkirin

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li Stenbol, Manîsa, Dîlok û Sêrtê 10 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin.

    STENBOL
    Li navçeyên Pendîk û Kartalê ya Stenbol di serdegirtinên malan de, tevî rêveberên HDPyî herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinan de helîkopterên polîsan jî hatin bikaranîn. Kesên hat binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
    MANÎSA
    Li navçeya Manîsa Sarûhanli, danê sibehê di serdegirtina malekê de rêvebera berê ya HDP'ê ya Sarûhanliyê Gulcîhan Şîmşek hat binçavkirin. Şîmşek a bi hinceta ‘beşdariya çalakiyên li navçeyê bûye' hat binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
    Polês, serdegirtin, binçavkirin
    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    DÎLOK

    Li Dîlokê ciwanê bi navê Mûstafa Îzcî (19) yê pêr bi şev hat binçavkirin, piştî ragirtina li emniyete anîn edliyeyê. Li dû îfadeyê, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" dozgeriyê ew sewqî 2. Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê kir. Încî hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê.
    SÊRT
    Li Taxa Aştiyê ya Sêrtê, tîmên taybet danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de welatiyê bi navê Atar Taşçi (45) hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 15 kes hatin girtin
    Li Stenbolê ciwanek ji bo ku di telefonê de 'kurdî' axiviye hat kuştin
    Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
    Li Şirnexê 13 kes hatin binçavkirin
    Hevşaredarê Bismilê Resûl Sarî hat binçavkirin
    Li Silopiyê 10 kes hatin binçavkirin
    Li gelek bajar û navçeyan girtin û binçavkirin didomin
    Etîketan:
    Dîlok, Manisa, Sêrt, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de