03:50 21 Tebax 2017
Zindî
    Daxuyaniya HDPê

    Hevseroka HDPê, alê nekîn amûra nîjadperestiyên xwe

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41 0 0

    Hevseroka HDPê Fîgen yuksekdag di daxuyanîya çapemenîde bal kişand ser ‘meşa bi alê ku ji hêla TOBBê hatiye organîzekirin' ve wekî partî bersiva rexneyan da û got,

    Enqere-‘tiştê ku em li hemberî derdikevin wê pîrozî û qûdsiyeta alê ku dikin aletê nîjadperestî û şovenîstiya xwe. Li ser sorayîya wê alê xwîna Kurd, Tirk, Laz û çerkezan jî heye.'

    Navenda partiya me ku al daleqandî bû hat şewitandin

    Yuksekdag, ji bo meşa sibê ku bi alê bê kirin de daxuyanî da u got, ‘ ew êla ku êrîşî partiya me kiribûn ew jî bi al ên xwe hatibûn û navenda partiyê digel ku al lê daleqandîbû jî hat şewitandin. Tiştê ku em li hember derdikevin, ew ala ku divê pêkhêner û pîroz be mixabin dibe aletên nîjadperestî û şovenîzmê. Tu kes nikare ala Tirkiyeyê wekî hevalbendiya şer derxe pêş û li ser alê faşîzmê bike.'

    Em naxwazin tu kes were kuştin

    Hevserokê HDPê Yuksekdag di berdewamiya axaftina de got, ‘em naxwazin êriş li ser qerekolan were kirin, em naxwazin leşker, polês û gerîla jî werin kuştin û em li dijî vê derdikevin. Di vê pêvajoyê de em naxwazin sivîl jî jiyana xwe ji dest bidin. Ev ê ku sibê ê bimeşin gelo dê li hemberî hemû cureyên terorîzmê ê derkevin. Gelo dê kuştina pitikê 35 rojî û extiyarê 75 salî ku li Cizîrê di çuna ber bi firûnê de hat kuştin, ê dikaribin kuştina van lanetbikin.'

    Bi heman mijarî:

    Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCDê çûn Başûrê Kurdistanê
    Qedexeya li ser bajarê Cizîrê rabû - HDP li Cizîrê ye - 21 kuştin (Hat nûkirin)
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Etîketan:
    HDP, Figen Yuksekdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de