01:29 20 Tebax 2017
Zindî
    Tirkiye - al

    Tirkiye: Ji 18 karkerên revandî 2 kes hatin berdan

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Wezareta Derve ya Tirkiyayê ragihand ku ji wan karkerên tirk ên ku li Iraqê hatibûn revandin, 2 kes hatine berdan.

    Stenbol — Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyayê Tanju Bilgiç ragihand ku 2 kes ji wan karkerên tirk ên ku beriya niha li paytexta Iraqê hatibûn revandin, hatine berdan.

    Bilgiç da zanîn ku ew karker li bajarê Besrayê ya Iraqê hatine berdan.

    Balyozê Tirkiyayê yê li Bexdayê Faruk Kaymakçi jî ragihand ku rewşa tevahiya karkerên tirk ên ku hatine revandin, baş e.

    Roja 2ê Îlona îsal, 18 karkerên tirk li bajarê Bexdayê yê Iraqê ji aliyê komeke çekdar ve hatibûn revandin.

    Heta niha bi temamî nehatiye zanîn bê ka ew karkerên tirk ji aliyê kîjan rêxistinê ve hatine revandin; lê tê gotin ku çekdarên şîe yên Hizbullaha Iraqê ew revandine.

    Wan çekdaran berê li ser vîdyoyekê ragihandibûn ku ew dê karkerên tirk berdin. Bi şertê ku:

    1.    Erdogan rê nede çekdarên ku ji erdê Tirkiyayê re derbasî Iraqê dibin.
    2.    Tirkiya nehêle petrola Kurdistanê bi ser erdê wê re derbas bibe.
    3.    Mîlîsên Tirkiyayê yên Artêşa Fethê ji dorpêçkirina Foa, Kefreyya, Nubul û Zehrayê vekişin. Herwiha fermanî mirovên xwe bike bila destûrê bidin ku alîkarî bigihêjin herêmên şîiyên li Heleb û Idlibê.

    Herwiha ragihandibûn ku eger Erdogan û partiya wî van merc û daxwazan bi cih neyînin, berjewendiyên Tirkiyayê û sîxurên wê dê bi tundî bên perçiqandin.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - VÎDYO - Esed: 'Kurd perçeyek ji civaka Sûriyayê ne'
    YPG: 'Em soz didin ku riya berxwedanê berdewam bikin'
    Li Amerîkayê fîlma hera baş: 'Kurdistan Kurdistan'
    Koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Macaristanê bêkes mane
    Dewleta Macar dest bi girtina penaberan kir
    Etîketan:
    Tanjû Bîlgîç, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de