21:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Beşar Esed

    TAYBET - VÎDYO - Esed: 'Kurd perçeyek ji civaka Sûriyayê ne'

    © AP Photo/ AP Photo/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Serokê Sûriyayê Beşar Esed, bi çapemeniya Rûsyayê re xeberda û got: 'Dermanê vê krîza welêt û koçberiyê, xelaskirina terorîzmê ye.'

    Navenda nûçeyan-Ez bangî bangeşên ku lî hemberî Şamê tên kirin û cot standartîya rojhilat dikim, ez amade me jî xeyrî rêxistinên terorê bi herkesi re guftugoyê bikim.'

    Operasyona Reqqayê - HSD - YPG
    © Foto: Sputnik/ Hikmet Durgun
    Serokê Sûrîyeyê Beşar Esed da zanîn ku, ‘dewlet tenê lî hemberî kurdan polîtîka ne meşandiye, lewra dewlet di nav hemwelatiyên xwe de cudahiyan nake, ev yek dê bibe sebebe perçebûnê. Heke bi rastî me cudabûnek bikira piraniya kurdan îro dê piştgirî nedana me û dê welat perçebibûna.'

    Esed di berdewamîya axaftîna xwe de got, ‘ Kurd ne xerîbin, wekî Ereb, Çerkez û ermeniyan perçeyek ji civaka Sûriyeyê ne. Hin ji van ne diyare çi deme hatine vir. Ev netew nebin civaka Sûriyeyê yekgirtî namîne.

    Ne DAIŞê, divê em terorîzmê biqedînin

    Esed, li ser mijara DAIŞê jî got, ‘ em dikarin lihevbikin, lê Sûriyeyê hetanî em terorîzmê neqedînin em nikarin tiştekî tetbîq bikin. Ez behsa terorîzmê dikim lewra pir rêxistinên terorîstî çêbûne û yên sereke DAIŞ û El Nûsra ne. Konseya Ewlehî ya

    Neteweyên Yekbûyî jî ev rêxistin wekî terorîst îlan kirin.'

    Beşar Esed, li ser parvekirina desthilatê jî got, ‘ yên ku pêşî ev qebûlkirin bi hinek mixalifan re me desthilata xwe parvekir, çend sal berê hinek mîxalif ketin nava hîkumetê.

    Tirkiye çek û pereyan ji terorîstan re dişine

    Esed, di derbarê Tirkiyê de got ku, ‘ dema em dibêjin divê li sînorên Tirkiyeyê terorîst neminin, ev nayê wateya ku li hin cihên din bimînin. Gotinên wiha nayên qebûlkirin û divê terorîzm li her derê were tunekirin. Ev ji 30 salî zêdetire li hemberî terorîzmê em bangî tifaqa navdewletî dikin. Heke em werin ser xala piştgiriya Tirkiyeyê ji bo El Nûsra û DAIŞê, ev rastiye ku Tirkiye ji bo van çek, pere û dildaran dişine. Têkiliyên Tirkiyeyê bi dewletên Rojhilat re gelekî baş in. Di serî de Serokomar û serokwezîrê Tirkiyeyê bê destura Amerîka û dewletên rojhilat gavekê jî navêjin.'

    Têkiliyên me bi Rûsya û Îranê re xurt in

    Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di dawiya axaftinên xwe de behsa têkiliyên xwe bi Rûsya û Îranê re kir û got, ‘ di serî de dewletên dost wekî Îran û Rûsyayê re em hevkariyan dikin. Ya rastî kî li hemberî terorîzmê tekoşînê bide em amade ne bi wan re têkiliyan deynin. Opozîsyona ku di bin pêşengiya Amerîkayê de li hemberî terorîzmê tekoşînê dide, em niyeta wan baş nabînin. Ya rastî, digel ku hewçend operasyon hatin kirin jî dîsa DAIŞ fireh û mezinbû. Û ji destên wan tiştek nayê, fêdeya wan operasyonan di bejayiyê de tuneye. Tirkiye, Qetar, Siûdî, Frensa, Amerîka û dewletên ku terorîstan xwedî dikin nikarin tekoşînê li hemberî terorîzmê bikin. Terorîzm wekî dûpîşke tu têxe berîka xwe her hal bi mirov vedide.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov-Sûriye –Daxuyanî
    Sûriye: Davûdoglu destdirêjî kir
    Sûriye – 9 komên radîkal li dijî DAIŞê şer ragihandin
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Beşar Esed, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de