16:37 23 Tebax 2017
Zindî
    Rojhilata Navîn

    YPG: 'Em soz didin ku riya berxwedanê berdewam bikin'

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    YPGê ji bo nivîskarê kurd Xelîl Kalo peyama sersaxiyê weşand û got: 'Em hêvîdar in ku hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd, ji bo pêşeroja kurdan a azad û birûmet dê li ser şopa Mamoste Kalo bimeşin.'

    Rojava — Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ji bo nivîskarê kurd Xelîl Kaloyê jiyana xwe ji dest dayî, peyama sersaxiyê weşand.

    Daxuyaniya YPGê wiha ye:

    Xelîl Kalo
    © Foto: Facebook
    'Em jî wek YPGe ji malbatê, hevrê û hogirên wî, hemû rewşenbîr û tevahiya gelê Kurd re sersaxî dixwazin.

    Mamoste Xelîl Kalo mînakeke hera balkêş bû ku derbarê pirsgirêk û êşên gelê xwe de wekî rewşenbîrekî welatparêz xwedî gotineke rast bû. Bi nivîs û gotarên xwe yên li ser berxwedana YPGê û YPJê yên li dijî hêzên terorîst û tarî, Mamoste Kalo ji aliyê reveberiya giştî ya YPGê ve bi endamtiya bilind hatibû xelatkirin.

    Careke din em soz didin Mamostê Kalo ku em ê riya berxwedanê berdewam bikin. Em hêvîdar in ku hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd, ji bo pêşeroja kurdan a azad û birûmet dê li ser şopa Mamoste Kalo bimeşin.'

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê fîlma hera baş: 'Kurdistan Kurdistan'
    Koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Macaristanê bêkes mane
    Dewleta Macar dest bi girtina penaberan kir
    Şervanên YPGê û pêşmergeyên Rojava li dijî DAIŞê dê şer bikin
    Baydemir ji Meclisa Tirkiyayê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike
    Etîketan:
    YPG, Xelîl Kalo, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de