10:31 19 Tebax 2017
Zindî
    Penaber

    Koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Macaristanê bêkes mane

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Bi hezaran penaber û koçberên kurd û biyanî li ser sînorê Sirbistan û Macaristanê asê mane.

    Navenda Nûçeyan — Koçberên kurd ku piranî xelkê rojavayê Kurdistanê ne, dibêjin: 'Em mirov in û tu xirabiya me nagihêje wan; bila derî li me vekin.'

    Ev çend roj in Macaristan û Sirbistanê sînorên xwe bi ser koçber û penaberên ku dixwazin derbasî Almanya û welatên rojavayê Ewropayê bibin, girtine; ji ber wê jî bi hezaran penaber li ser sînor asê mane.

    Beşek ji wan koçberên ku li ser sînorê Sirbistan û Macaristanê asê mane, kurd û xellkê rojavayê Kurdistanê ne.

    Xortekî xelkê Qamişlo ji nûçegihanê Rûdawê re gotiye: 'Sê-çar roj in em li vir in û sînor girtî ne. Li bajarê me şer heye, ma em ê bi ku de herin? Em mirov in ma çi xirabiya me dê bigihêje wan. Bila derî li me vekin.'

    Xortekî din ê rojavayê Kurdistanê jî gotiye: 'Bila tu kes neyê. Bila li vî halê me binêrin û neyên, em şepirze bûne…'

    Bi heman mijarî:

    Şervanên YPGê û pêşmergeyên Rojava li dijî DAIŞê dê şer bikin
    Baydemir ji Meclisa Tirkiyayê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike
    Xelîl Kalo koça dawî kir
    Waliyê Edirneyê: 'Koçber hetanî 3 rojan neçin em ê zorê bi kar bînin'
    Li Nisêbînê teqîn; 3 polês hatin kuştin
    Etîketan:
    macarîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de