20:30 17 Tebax 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir ji Meclisa Tirkiyayê xwest ku bûyerên Cizîrê lêkolîn bike

    © Foto: Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 71 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir, ji bo lêkolînkirina sedema kuştinên sivîlan a li Cizîrê, pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî Meclisa Tirkiyayê kir.

    Enqere — Baydemir di pêşnûmeya xwe de wiha ragihand: 'Ji 4ê Îlonê heta 12ê wê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê derketina derveyî malan li gel hatibû qedexekirin. Bi vê boneyê parlamenterên HDPê û nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên li bajêr ji raya giştî re ragihandibûn ku hiqûq bi awayekî cidî hatiye binpêkirin û di encamê sivîlan jiyanên xwe ji dest dane.

    Şirnex- Cizîr
    © Sputnik/ Ömer Faruk Baran

    Baydemir ragihand ku 'tevî zarokên pêçekan û kal û pîran 22 kesan jiyanên xwe ji dest dane' û da zanîn ku 'heyeta ji 2 wezîr, parlamenterên HDPê û Heyeta Şopandinê ya Komeleya Mafên Mirovan pêkhatî ji ber astengiya hêzên dewletê nikaribûne bikevin nava bajêr.

    Baydemir diyar kir ku 'tam 9 rojan li derveyî pîvanên dewleta hiqûqê qedexeyê dewam kiriye û ji ber vê qedexeyê welatiyan nekaribûne pêwîstiyên xwe yên bingehîn ên rojane peyda bikin' û destnîşan kir ku 'nîşangiran jî li nava bajêr yek bi yek mirov qetil kirine.'

    Baydemir ji Meclisê xwest ku naveroka bûyerên ku li Cizîrê qewimîne ji raya giştî re were parvekirin. Lewre jî, ji bo eşkerekirin û tesbîtkirina van bûyeran divê komîsyona lêkolînê ya meclisê bê avakirin û li navçeyê lêkolînan bike.

    Bi heman mijarî:

    Xelîl Kalo koça dawî kir
    Waliyê Edirneyê: 'Koçber hetanî 3 rojan neçin em ê zorê bi kar bînin'
    Li Nisêbînê teqîn; 3 polês hatin kuştin
    Êrişî polêsan kirin; 2 kuştî
    PAKê serdana Cizîra Botan kir
    Etîketan:
    osman baydemir, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de