02:31 17 Tebax 2017
Zindî
    Penaber- koçber

    Waliyê Edirneyê: 'Koçber hetanî 3 rojan neçin em ê zorê bi kar bînin'

    © REUTERS/ YANNİS KOLESİDİS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Koçberên ku ji bo jiyaneke xweştir bi ser Balkanê re dixwazin herin dewletên Ewropayê şeva xwe li kêleka rê û li çola Edirneyê derbas kirin. Waliyê Edirneyê Dursun Ali Şahin got ku ‘heke koçber hetanî 3 rojan ji vir neçin em ê zorê bi kar bînin.'

    Edirne — Li gorî rîwayeta ku ‘dewleta Almanyayê dê koçberan qebûl bike' hemû koçber li ser medyaya civakî organîze bûn û ketin riyan.

    Koçberan şeva xwe li çol û kêlekên riyan derbas kirin û saziya arikariyê İHHê jî betanî û xwarin belav kirin. Hat ragihandin ku li Edirneyê bi tevahî hezar û 750 koçber hene.

    Şahin: 'Hewce bike em ê wan bi zorê bişînin'

    Waliyê Edirneyê Dursun Ali Şahin, di bernameyeke televîzyonê de eşkere kir ku koçber hetanî 3 rojan divê wê derê biterikînin, heke neçin dê wan bi zorê bişînin kampên wan yên Ruha û Mêrdînê.

    Şahin: ‘Me xwarin û pêwistiyên jiyanî li wan belav kir, em bi wan re diaxivin ku îqna bikin. Cihên wan yên esasî kampên wan in, lê mixabin tu kes ji wan naxwaze here kampên xwe.'

    Bi heman mijarî:

    Qeyîka koçberan bin av bû, 22 koçber xeniqîn
    Nêzikî 50 koçber di kaseya kamyonê de mirin!
    Etîketan:
    Waliyê Edirne, Dursun Ali Şahin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de