02:08 21 Tebax 2017
Zindî
    Nisêbîn - qedexe û êriş - roja 8.

    Li Nisêbînê teqîn; 3 polês hatin kuştin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di dema derbasbûna wesayîta polêsan de teqîn rûda di encamê de 3 polês hatin kuştin û polêsek jî birîndar bû.

    Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê li taxa Barişê şevêdin seet 23.30 de bombeya ku hatibû bin erdkirin di dema derbasbûna wesayîta polêsan de hat teqandin. Di teqînê de wesayîta bi zirx kavil bû û 3 polês hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

    Piştî bûyerê gelek wesayîtên bi zirx û ambulans ji bo cih hatin rêkirin. Polêsên ku hatin kuştin rakirin Nexweşxana Dewletê ya Nisêbînê.

    Derdorê nexweşxanê ji terefê polêsan ve hat dorpêçkirin û çûna sivîlan ji bo nexweixanê hat qedexekirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê teqîn: Mirî û birîndar hene
    Li Hezexê teqîn
    Etîketan:
    PKK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de