03:35 21 Mijdar 2017
Zindî
    binçavkirin

    Li Bazîdê 19 kes hatin girtin

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Li navçeya Bazîdê ji 25 kesên ku hatibûn binçav kirin, 19 ji wan hatin girtin.

    Li navçeya Bazîd ya Agiriyê welatiyên ji bo pêşiya kuştin û pevçûnan bigirin roja 12ê îlonê li Çiyayê Agiriyê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin.

    Di nava wan de Hevşaredarê Bazîdê Rohat Rohat Ozbay, Hevserokê HDPê ya Bazîdê Nûrî Çelîk û Nûnerê TUHAY-DERê yê Bazîdê Cemîl Koç jî hebûn 25 welatî di vegerê de ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin.

    Polês, serdegirtin, binçavkirin
    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Piştî kar û barê wan li Fermandariya Cendermeyan a Bazîdê bi dawî bû ew derxistin dozgeriyê. Dozgerî di nava wan de Hevşaredarê Bazîdê Rohat Rohat Ozbay jî heye 6 welatî bi
    şertê kontrola edlî serbest berda.

    Hat ragihandin ku dozgerî bi hinceta "endamên rêxistinê ne" û "alîkarê dane rêxistinê" bi daxwaza girtinê Hevserokê HDPê ya Bazîdê Nûrî Çelîk û Nûnerê TUHAY-DERê yê Bazîdê Cemîl Koç, endamê PM3ê ya DBPê Kutbettîn Saltan, aktîvîsta KJAyê Leyla Sevgîn, endamê Meclîsa Şaredariyê Sebîh Tunç û Halime Keskîn, Mehmet Koç, Edîp Kaya, Ahmet Îper, Sebîh Ergul, Veysî Geçgîl, Alî Oruç, Memîş Ergul, Mustafa Înanç, Mehmet Çelîk, Ahmet Dogalan, Şahîn Akkurt, Muhammet Barîn û Serhat Demîr sewqî dadgehê kir û hatin girtin. 

     

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 15 kes hatin girtin
    Li Bazîdê 6 kes hatin girtin
    Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
    Li Şirnexê 13 kes hatin binçavkirin
    Li Silopiyê 10 kes hatin binçavkirin
    Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
    Li Qereçobanê 13 kes hatin binçavkirin
    Li gelek bajar û navçeyan girtin û binçavkirin didomin
    Etîketan:
    TUHAY-DER, KJA, DBP, HDP, Bazîd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de