11:13 21 Mijdar 2017
Zindî
    huda par

    Serokê Huda Parê: Navçeyên ku dengên xwe dane HDPê di binê agir de ne

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    114901

    Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoglu yên ku li ser xwîn û mirina gel siyasetê bikin bi kurdan re îxanetê dikin.

    Amed — Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglu di daxuyaniya çapemenyê de da xuyakirin ku, yên ku li ser xwîn û mirina kurdan siyasete bikin bi kurdan re îxanetê dikin. Wekî berê jî dihat zanîn pêvajoya çareseriyê ne dihat meşandin û li benda 7ê Hezîranê bû. Hem PKK û hem jî dewlet ji bo ku dest bi çalekî û operasyonan bikin li benda hilbijartinan bûn. Gotin em ê aştiyê ava bikin û ji bo ku gele Kurd pevçûn nexwest piştgirî da wan. Rêyên siyasetê heta dawî ji bo HDPê vekirîne lê ew behsa çîroka îlana xweserî/rêvebiriyabixwe dikin. Armanca îlanê ji bo ku dewletê bi ser xwe de bikşînin û sivîla bidin kuştin bû. Bi vê yekê xwestin gel rakin serhildanê.

    GEL Dİ NAVA DU AGİRAN DE YE

    Yapıcıoglu di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘ navçeyên ku piranî dengên xwe dane HDPê di bine agir de ne. Tê gotin li Cizîrê birçîbûnê destpêkiriye Gel di nava du agiran de ye û di malen xwe de girtî mane. Di nava tax û kolanên de xendek kolandin û gotin ‘ji bo ku ciwanên me neyên kuştin û girtin me xendek kolandin û em ê dewletê nexin vir.'Lê hat xuyakirin kolandina xendekan kuştin û girtina ciwanan zêde kir, pê re birçîtî, belengazî û perîşanî jî anî. Ji bo xelkên sivîl yên Cizîrêzirar nebînin tiştê ji destê me bê em ê bikin û bi dewletê re hin dan û stendinê me jî çêbûn.'

    Zekeriya Yapıcıoglu di dawiya axaftina xwe de got, ‘ gel bêçar di nava du agiran de maye û bi hezaran jî cih û warê xwe berdidin. Ji bo ku ev ziyan zêde nebe em tev destê xwe bidin hev û bi yekitiyê tiştekî bikin. Ji bo gelê xwe û Kurdistanê di demeke berfireh û guncan de em dikarin mizakereyan bi pêş bixin.'

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê şer: 2 leşkerên tirk hat kuştin
    TAYBET - Hevserokê Meclisê ya Kantona Cizîrê Hekîm Xalo ji Spurnikê re axivî
    Bahçeli got: ‘Ew kesên bi îşareta Gurê Boz (Bozkurt) êrişê Kurda dike...'
    565 sazîyên civakî ji Amedê bang kirin; êdi bese
    Li Tekmanê şer: 3 şervanên HPGê birîndarin
    Etîketan:
    zekerîya Yapicioğlu, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de