04:47 22 Mijdar 2017
Zindî
    Hekîm Xalo

    TAYBET - Hevserokê Meclisê ya Kantona Cizîrê Hekîm Xalo ji Spurnikê re axivî

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3211

    Hekîm Xalo derbarê teqîna Hesekê de ji Sputnikê re axivî û diyar kir kir ku 2 şervanên YPGê û 4 welatiyên sivîl di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane.

    DAIŞê doh bi du bombeyan êrişê Hesekê kir û di encama vê bûyerê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndarbûn.

    Hekîm Xalo derbarê teqîna Hesekê de ji Sputnikê re axivî û destnîşankir  ku DAIŞ di êrişê de Saziya Navenda Gel hedef girtiye û teqîn bi vî awayî pêk hatiye.

    Hekîm Xalo diyar kir ku di encama êrişê de 2 şervanên YPGê û 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û gelek kesên birîndar jî henin.

    Xalo anî ziman ku kontrola Hesekê di destê PYDê de ne.

    Tê zanîn ku demeke dirêje navenada bajarê Hesekê di kontrola YPGê de ye. Navçeyeke Hesekê di destê artêşa sûrî deye  û du navçe jî di destê DAIŞê de ye.

    DAIŞê çend care hewl dide ku bi van êrişan têkeve navenda Hesekê. 

    Bi heman mijarî:

    Di teqîna Hesekê de 3jê YPGyî 7 kes mirin û 20 birîndar hene
    Li Hesekê 2 teqîn: 10 zedetir mirî hene
    Amara kuştiyên DAIŞ’ê li Hesekê zêdetirî 2 hezara ye
    Hesekê bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin
    YPG:Çeteyan li Hesekê û Sinirê derbeyên giran xwarin
    Hesekê – YPG û DAIŞ tax bi tax şer dikin
    YPG: DAIŞ li Hesekê û Til Berak çekên kîmyewî bi kar anî
    Etîketan:
    Kantona Cizîrê, Hekîm Xalo, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de