23:54 20 Mijdar 2017
Zindî
    Teqin - Amed - li Amedê teqîn

    565 sazîyên civakî ji Amedê bang kirin; êdi bese

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1600

    Ji bo pevçûnên ku dîsa destpêkirin 565 saziyên sivîl û civakî li Amedê banga aqlê selîmtiyê kirin. Di bangê de çek ji xeyrî kûrkirina pirsgirêkan pêve bi kêrî tiştekî din nayê û banga ‘biratiya ebedî' kirin.

    Navenda nûçeyan-Ji Rojhilat û Başûrê Rojhilat ji 21 bajarî 565 nûnerên saziyên sivîl û civakî li Qada Şêx Seîd kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Cîgirê Serokê Egitim-Bir-Senê Remezan Çakirci bangî PKK û dewletê kir.

    Çek danîna PKKê mimkun e

    Çakirci di metnê ku xwend de bal kişand ser çek danînê û got, ‘ şert û esasê aştiya mayînde bi çek danînê mimkun e. Ji bo aştiyek mayînde were kirin divê derhal PKK çêkan deyne û pêşiya asayîbûnê were vekirin. Divê dev ji inyada ku dibe sebebê tirs û zordariyê bê berdan.

    Bangî dewletê jî kirin

    Di metnê hevpar de Çakirci bangî dewletê jî kir û got, ‘divê dewlet li tereziya ewlehî û azadiyê ve girêdayî bimîne û divê bi pirsgirêkan re were pêşberî hev. Dewlet ne wekî Tirkiyeye ya kevn ku bi ‘ceberûtî' dihat nasîn divê bi garantoriya maf û azadiyan bê nasîn û ji bo îradeya çareseriyê xwedî ji raya gel re derkeve. Piştî pêvajoya aştiyê destpêkir dewletê ew rûyê xwe yê lihevhêner nişan da û divê îro jî vî tiştî bike.

    Bi heman mijarî:

    Ji hevdîtina HDPê û KCKê çi derket?
    Etîketan:
    STK, Remezan Çakirci, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de