06:46 23 Mijdar 2017
Zindî
    Sûr koçber

    Amediyan piştî şer, koç dikin

    © Foto: Rûdaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî şerê navbera hêzên PKKê û dewletê de gel koç dikin.

    Amed-Li navçeya Sûrê roj tine ku agahiya pevçûn û êrişan neyê. Her çiqas diçe dewlet zext û zordariya xwe zêdetir dike û li hember vî bi pêşangiya ciwanan de gelê Sûrê jî çiqas ji dest tê berxwe dide û nerazîbûna xwe nîşan dide.

    Ev çend roj e derketina derve tê qedexekirin, polês û timên taybet derdor gulebaran dikin. Heta niha gelek kes birîndar bûye û hîn kesên jiyana xwe ji des daye jî hene.

    Piştî vê bûyeran hat hînbûn ku gelek welatî ji ber êriş û pevçûnan malên xwe bardikin û koç dikin.

    Ew kesên ku mala xwe barkirine gotin ku wan ji ber êriş û pevçûnan koç kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê dîsa penaber xeniqîn - 15 kes mirin
    Li Dêrsimê, operasyona leşkerî li ser PKKê hat destpêkirin
    Messi : 'Ez Kurdistanê û kurdan baş nas dikim'
    Operasyonên Bexdayê de 21 DAIŞ hatin kuştin
    Ji hevdîtina HDPê û KCKê çi derket?
    PDK: Divê PKK rê bide HDPê
    Etîketan:
    Sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de