07:41 21 Mijdar 2017
Zindî
    Li peravên Lîbyayê penaber di keştiyê de

    Li Tirkiyê dîsa penaber xeniqîn - 15 kes mirin

    © REUTERS/ MOAS/Jason Florio
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Li qiraxa deryaya Ege ya Tirkiyê, qayîkên koçberan ketin binê avê, di bûyerê de 15 koçber xeniqîn.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê li navçeya Datça ya bajarê Mûgla yê Tirkiyê û li nav deryaya Ege de, qayîka koçberên ku dixwestin derbasî Yûnanistanê bibin, ket binê avê.

    Li gorî agahiyan, di bûyerê de 205 koçber hatin rizgarkirin lê 13 koçber xeniqîn. Hat gotin ku di nav yên xeniqî de 4 zarok jî hene.

    Hat zanîn ku heta niha 50 koçber jî wenda ne û xebata lêgerînê didome.

    Her wiha hat gotin ku li heman deverê qayîkek din jî ketiye binê avê û di wê bûyerê de jî 2 koçberên Sûriyê xeniqîne.

    Bi heman mijarî:

    PDK: Divê PKK rê bide HDPê
    Di derheqê medya Dogan de lêpirsîna PKKê hat vekirin
    Hollande: Divê em li Suriyê jî li DAIŞê bixin
    Amerîka: Rûsyayê 7 tankên "T-90", 35 panzêr û 200 leşker şandin Sûriyeyê
    AKPê bi YNK û PDKê re hevdîtin kir
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de