05:01 24 Mijdar 2017
Zindî
    Êzidiyên dîl

    TAYBET-18 jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin xelaskirin

    © Foto: AA/ Özgür Ayaydın
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    YPG li bajarê Reqqaya Sûriyeyê li operasyon kir û 18 jinên Êzidî ji destê DAIŞê xelaskirin.

    RUHA-Parlamenterê HDPê yê Êlihê Elî Atalan ji Hikmet Durgunê nûçegihanê Sputnikê re axivî û got, ‘ YPGê li herêmâ Reqqaya Sûriyeyê operasyonek berfireh kir û 18 jinên Êzidî ji destê DAIŞê xelaskirin û milîtanên ku ew girtibûn reviyane. Ev 18 Êzidî 8 jê jin û 10 jî zarok in û di

    sînorên Entabê de hatin Tirkiyeyê. Me hemû şandin Duhok û Zaxo cem malbatên wan.'

    Atalan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser Êzidiyên dîl û got, ‘ sala par tene ji gündeki 400 kes hatibûn revandin û heta niha nêzî 1000 Êzidî hatine azad kirin. Li gorî îdiayan tên gotin dîlên mayî li Reqqa û Telaferê tên girtin.'

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Êzidî welat bi cî dihêlin û ber bi welatên Rojava koç dikin
    32 kurdên êzidî rizgar bûn
    Etîketan:
    YPG, Elî Atalan, Rojhilata Navin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de