14:06 24 Mijdar 2017
Zindî
    Şervanekî YPG li Hesekê

    Di teqîna Hesekê de 3jê YPGyî 7 kes mirin û 20 birîndar hene

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 70 0 0

    Di teqîna Hesekê de 3jê YPGyî 7 kes mirin û 20 birîndar hene

    Hesekê — Li bajarê Hesekê yê otomobîleke bombekirî teqiya. Li gorî agahiyan 3jê YPGyî 7 kes mirin hene û 20 kes jî birîndar hene. 

    Çavkaniyekê ji Hesekê ji Rûdawê re ragihand: “Îro seat 11:15 li bakurê rojavayê Hesekê otomobîleke bombekirî teqiya û ji ber wê teqînê birîndar hene.”

    Li gorî heman çavkaniyê, “Teqîn li Mişêrfa, piştî mehlecê, qewimî.”

    Çavkaniya Rûdawê da zanîn ku, “Rêbend û xalên kontrolê yên YPGê û asayişê li wî cihê ku teqîn lê çêbûye, hene.”

    Duhî jî li bajarê Hesekê li 2 cihan teqîn çêbûn. Hat gotin bêtirî 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Ew teqîn jî bi rêya otomobîleke bombekirî bû û di rêbendeke hêzên asayişê de çêbû.

     

    Agahiyên zêdetir tên…

     

    Etîketan:
    Hesekê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de