11:11 21 Mijdar 2017
Zindî
    Operasyon - Êriş - Şer - Pevçûn - Tang - Qedexe -Dorpêç

    Li Dêrsimê, operasyona leşkerî li ser PKKê hat destpêkirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Li Dêrsimê, operasyona leşkerî li ser PKKê hat destpêkirin

    Dêrsîm – Li Dêrsimê, piştî girtina rêyên sereke yên navbera bajarên Dêrsim,Erzingan û Pilûrê, artêşa Tirkiyê li dijî hêzên PKKê yên li wê herêmê dest bi operasyonê kir.

    Hat ragihandin, hêzên artêşa Tirk bi alîkariya hêzên hewayî li wan deverên Dêrsimê yên ku rêyên wan hatibûn girtin, li dijî hêzên PKKê dest bi operasyonê kirin.

    Walîtiya Dêrsimê şeva berê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku hatûçûna rêyên di navbera Dêrsîm-Pilûr û Dêrsîm-Pilemoriye-Ezirganê ji saet 05:00ê 15ê Îlonê (îro) heta saet 05:00ê 18ê Îlonê tên girtin.

    Di daxuyaniyê de, rêgirtina ji aliyê endamên PKKê ve û êrişên çekdarî weke hêcet hatibûn nîşandan.

    Ji niha ve çend kamyonên ku pez bar kirine, ji ber daxistina rê li Dêrsîmê asê mane.

    Rêya Dêrsîm-Pilûr di newala Çemê Minzurê re derbas dibe, rêya Dêrsîm-Pilemoriye-Ezirganê jî di newala Çemê Pilemoriyê re derbas dibe ku herdu newal pir asê ne û gellek gelî û mesîlan dihewînin.

    Îro û pê de heta sê rojan dê tenê du rêyên tên Dêrsîmê, vekirî bimînin. Yek jê rêya ku bi ser qezaya Pêrtagê ve ji Dêrsîmê diçe Xarpêtê; ya din jî rêya ku bi ser qezaya Qovanciyan ve ber bi rojava ve diçe bajarê Xarpêtê yan jî ber bi rojhilat ve diçe bajarê Çewlîgê.

    Etîketan:
    PKK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de