03:35 21 Mijdar 2017
Zindî
    HDP mîtîng hilbijartin

    Anketên dawîn AKP û HDP wekî...

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6510

    Li gorî anketên hilbijartinê rêjeya dengên partiyan. ‘Erdogan rîska peyva serokatiyê dît'

    Stenbol-Serokê şirketa lêkolînê ya Metropollê encamên anketên dawî parvekir. Serokê şirketa lêkolînê ya Metropollê Ozer Sencar di CNN Turkê de bû mêvanê Ahmet Hakan. Encamên 2540 kesî ku 2-5ê Îlonê rû bi rû hatibû kirin eşkere bû. Partiyên di anketên dawîn de rêjeya ku bi dest xistine wiha ye.

    Li hemberî pirsa ‘bi giştî Tirkiye ber bi başiyê ve diçe an ber bi xerabiye?' ji sedî 22,3 bersiva başiyê dan û ji sedî 64,6 jî bersiva ber bi xerabiyê ve diçe dan.

    Li hemberî pirsa ‘di demen dawîn de ekonomi baş an xerab tê birêvebirin?' Ji sedî 26,1 erênî û ji sedî 64,6 jî neyînî bersiv dan.

    Li hemberî pirsa ‘hûn hikumeta hilbijartinê çawa dinirxînin?' Ji sedî 39 erênî û sedî 47 jî neyînî bersiv dan.

    Li hemberî pirsa ‘di hilbijartina 1ê Mijdarê de hûnê denge xwe bidin kîjan partiye?' bersiv bi vî awayî ne.

    AKP sedî 41,4

    CHP sedî 27,3

    MHP sedî 15,3

    HDP sedî 13,0

    Bi heman mijarî:

    Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
    Etîketan:
    Metropoll, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de