05:06 24 Mijdar 2017
Zindî
    Sîlopî

    Gever tê bombekirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Li Geverê, ji derdora Fermandariya Tumena Navçeyê û Tabûra Efeler ku dengê çek û topan hat û piştre taxên Yeşîldere û Dize hatin bombe kirin.

    Kerboran
    © Foto: twitter
    Hat diyarkirin ku leşkeran, ji fermandariyê û tabûrê bi topan taxê dan ber bombeyan û welatiyên sivîl bombe kirin.

    Hat hînbûn ku di êrîşa leşkeran a bi topan de, xaniyê welatiyê bi navê Şevket Akay zerarek mezin dît. Welatiyên li malê bi silametî xelas bûn.

    Di bombebaranê de bombeyek li mala Necmettîn Ozer ê li Taxa Yeşîldere jî ket û di êrîşê de gelek camên malê şikestin.

    Hat ragihandin ku li navçeyê dengê çekan bilind dibe û topbarana li ser welatiyên sivîl jî didome.

    Bi heman mijarî:

    HPG: 33 polês hat kuştin
    Li Kerboranê şer
    Li Hezroyê pevçûn
    Navbera polîs û çekdarên YDG-H şer derket
    Etîketan:
    Gever
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de