06:32 23 Mijdar 2017
Zindî
    HAK-PAR

    HAK-PAR ji bo serxweşiyê çû serdana HDPê

    © Foto: HAK-PAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10010

    Serokê giştî yê Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) Fehîm Demir, ji ber êrişên ku li navendên HDPê hatin kirin çû serlêdanê.

    Enqere — Di heyeta serlêdanê de ji koma rêvebiriya HAK-PARê ya Enqerê Aydin Ozatli û Osman Sezgîn jî cî girt.

    ji HDPê wekîlê Qersê Ayhan Bîlgen û alîkarê hevserokê HDPê Alî Ozkut mazûvantiyê kir.

    Di serlêdanê de Demir êrişên li HDPê hatine kirin şermezar kir û got: di sîstemên demokratîk de ûnsûrên herî girîng partî ne, ji ber vê yekê êrişên terorî yên ku li hember partiyan tên kirin em şermezar dikin. Di vê çerçoveyê de êrişên li dijê partiya we hatin kirin em cardin şermezar dikin û dibên derbasbûyî be.

    Heyeta HAK-PARê di dawî de vê gotinê anî ziman: êrişên bi vî awayê em hêvî dikin ku cardin nebin û hemû pirsgirêkan bi rêyên demokratîk û diyalogê  bên çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Navbera polîs û çekdarên YDG-H şer derket
    64 noqtê PKKê hat bombe kirin
    Li navçeyên Sûr û Farqînê qedexe hat rakirin
    Polês kesî bernade ku biçin Farqînê
    Li Kanîreşê şer
    Etîketan:
    HAK-PAR, Fehim Demîr, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de