14:20 24 Mijdar 2017
Zindî
    Cizîr

    TAYBET - Wekîla HDPê Enise Güneyli derbarê bûyera Cizîrê de ji Spûtnîkê re axivî

    © Ruptly. Ömer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 204 0 0

    Xelkê Cizîrê rastî êrişa nişangirên ku di minareyan de bi cih bibûn hat û di encamê de gelek kes bi guleyên nîşangiran hatin kuştin.

    Şirnex — Parlamentera HDPê yê bajarê Mêrdînê Enîse Guneylî di derheqê bûyerên Cizîrê de daxuyanî da Sputnîkê.

    Guneylî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bûyerên Cizîrê û got, ‘ dema Cizîr hat dorpêçkirin û çûn û hatin hat qedexekirin ez 5 roja li wir bûm û ez bûme şahide gelek tiştan. Li Cizîrê tenê qedexeya derketina ji malan tune bû kesên ku sere xwe ji şibaka derdixistin rastî êrişa nîşangiran dihatin. Dewleta Tirkiyeyê 10 roja agir barand ser Cizîrê, gelek kes nikarî bûn pêwistiyên xwe yên însanî jî bikarbînin, bi kurtayî jiyan li Cizîrê qedexe kir.'

    HİKÛMETA KU PESNÊ XWE Bİ OLDARÎ DİDE

    Enîse Guneylî di berdawamiya axaftina got, ‘nîşangir di minareyande bi cih bibûn û kî  ji mala xwe derdiket dibû hedefa wan, jineke zaroka wê di destê wê jî hat kuştin û dema xesûwa wê dit ku here arîkariya wê ew jî kirin hedef û kuştin. Gelek kesên nexweş û birîndar ji bê dermanî û ji tirsa ku dê rastî êrişa nîşangiran bên ji mal derneketin, neçûn nexweşxana û jiyana xwe windakirin. Hikûmeta ku pesnê xwe bi oldarî dide, 10 roja bû asteng ku Cizîrî ferzên xwe yî olî bi cih bînin. Dewletê kilîda hemû mizgeftan stend û nehişt azan were xwendin, nimêja înê hat qedexekirin û nehiştin tu kes here  nimêja înê bike.'

    Dîwar wekî şahidên nijadperestiyê, Farqîn
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran

    FERQÎ Û CUDAYÎ NEXİSTİN NAVA ZAROK, JİN,PÎR, KAL AN

    Guneylî di dawiya axaftina xwe got, ‘ne tenê gel zirar û ziyan dît kargeh, wesayît û mal jî rastî êrişê hatin. Hêzên dewletê ferqî û cudayî nexistin nava zarok, jin,pîr, kal an. Lê digel vê zilm û zoriyê jî gele Cizîrê bi baweriyek xurt berxweda. Gele Cizîrê jî dizane ev abluka û êriş encama hilbijartinên 7ê Hezîranê ye. Ne tenê li Cizîrê li seran sere Tirkiyeyê êrişî baregehên HDPê dikin, piştî vê bûyera Cizîrê û van cihên din em dê çawa wan ji bo aştiyê qanih bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Navbera polîs û çekdarên YDG-H şer derket
    64 noqtê PKKê hat bombe kirin
    Li navçeyên Sûr û Farqînê qedexe hat rakirin
    Polês kesî bernade ku biçin Farqînê
    Li Kanîreşê şer
    Etîketan:
    Enîse Güneyli, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de