04:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên YPS

    Navbera polîs û çekdarên YDG-H şer derket

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li navçeya Wêranşarê ya Bakur di navbera hêzên ewlehiyên Tirkiyeyê û çendçekdarên YDG-H de şer û pevçûn derket. Hat zanîn di pevçûnan de kesek birîndar bûye.

    Riha — Li gor agahiyan Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî ve, îro 14ê Îlonê nêzî saet 17:00an di navbera hêzên polîs ên Tirkiyeyê û çekdarên YDG-H de li taxa Huerriyet a navçeya Wêranşar a girêdayî Rihayê şer derket.

    PKK
    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Li gor agahiyên Rûdawê, hêzên polîs ên Tirkiyeyê li ser agahiyên ku li taxa Huerriyetê bombe hatiye danîn ber bi vê taxê ve ket rê û di dema derbasbûna hêzên polîs bo nav taxê de di navbera wan û çend endamên YDG-Hê de şer derket.

    Hat zanîn, di encama êrişê de 1 kes birîndar bû û kesek jî ji aliyê hêzên polîs ve hat girtin.

    Herwiha li gor agahiyan, hat dîtin ku kesek din kariye piştî pevçûnan ji dest hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bireve.

    Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê bi hêzeke zêde ve ber bi gundê Herikê ve çûn ku tenê çend kîlometran li navenda bajarê Wêranşarê dûr e.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeyên Sûr û Farqînê qedexe hat rakirin
    Polês kesî bernade ku biçin Farqînê
    Li Kanîreşê şer
    Kılıçdaroğlu : Li Cizîrê demokrasiya vekirî û girtî te domandın
    Li Hesekê 2 teqîn: 10 zedetir mirî hene
    Etîketan:
    URFA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de