03:33 21 Mijdar 2017
Zindî
    Kadrî Yildirim

    TBMMê pêşnûmeya bi Kurdî redkir

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 359 0 0

    Pêşnûmaya ku wekîlê HDPê Kadrî Yildirim bi zimanê Kurdî pêşkêşî TBMMê kiribû hat red kirin.

    Enqere-Parlementerê HDPê Kadrî Yildirim ku li Zanîngeha Artukluyê serokê beşa Kurdolojiyê bû, derbarê mamosteyên ku ji beşa Zimanê Kurdî destûr girtine de pêşnûmeyekî ku bi temamî kurdî nivîsînbû û dabû serokatiya meclisa tirk.

    Girîngiya vê pêşnûmeyî ew bû ku, di dîroka meclisa tirk de cara yekem bi temamî bi kurdî hatibû nivîsandin.

    Dihat meraq kirin ku, gelo ew pêşnûme ji hêla TBMMê ve bête qebûl kirin an na.

    TBMMê îro biryar da û ji ber ku pêşnûme bi kurdî hatiye nivîsandin redkir.

    Yildirim li ser mijarê daxuyaniyek da û got: ‘Asîmîlasyona bi qedexe û astengiyên li hemberî Kurdî tê kirin, şîdeteke din a li hemberî Kurdan e. Êrîşa li hemberî zimanê Kurdî êrîşa li hemberî civaka Kurd e.

    Yildirim anî ziman ku eger li hemberî van êrîşan ji bo zimanê zikmakî parastin neyê kirin, wê ziman winda bibe û bi windabûna ziman re wê civak tine bibe.

    Bi heman mijarî:

    Kadrî Yildirim li TBMMê cara yekem pêşniyaza bi kurdî da
    Li Cizîrê qedexeya derva rabû
    Tirkîyaye êrîşê Îsraîl şermezar kir
    Li Amedê navbera gel û polêsan de pevçun derket
    Li Cizîrê derketina derve qedexe ye
    Polîsan êrîşî Bloka Aştiye kir
    Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
    HPG:12 leşkerê tirk hat kuştin
    Etîketan:
    TBMM, HDP, Kadrî Yildirim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de