01:45 26 Gulan 2018
Parlamentoya Tirkiyeyê

Wezîrê Tirk; bila wezîrên HDPê ji hikûmetê bên avêtin!

© REUTERS / Umit Bektas
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Çand û Geştê yê Tirkiyeyê Yalçin Topçu daxwaz kir ku, ji ber her du wezîrên HDPê (Wezîrê Karûbarên Ewropa û Wezîrê Geşedanê) serdana bajarê Cizîrê kirine, ji kabîneyê bên avêtin.

Li hember vê yekê, Wezîrê Karûbarê Ewropayê Alî Haydar Konca, ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û bersiva Topçu da.

Konca ji gotinên wî Wezîrê Tirk hêrs bû û got, ‘ew bi çi mafekî rê dide xwe vê yekê bêje? Jixwe ew ji derveyî parlamentoyê ketiye kabîneya hikûmetê.'

Konca behsa serdana bajarê Cizîrê kir û got, ‘me tiştekî xelet nekiriye. Em çûn bajarekî ku qedexeya derketina derve lê hatibû ragihandin û 120 hezar kes tê de dijîn. Me xwest binpêkirinên hiqûqî li wir bibînin û ji raya giştî re vebêjin.'

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî li ser wê mijarê di twîttera xwe de got, ‘eger AKP gotinên wezîrê turîzmê bawer û qebûl bike wey bi halê Tirkiyê! Ma kesekî din nemabû ku di mijara ewlehiyê de gotinekî beje.'

 

Bi heman mijarî:

Ahmet Davutoglu: 'Em nahêlin kurd û tirk şer bikin'
‘Divê PKK çakan bêdeng bike û hikûmet jî operasyonan rawestîne’
Etîketan:
Hikûmeta Tirkiyê, Yalçın Topçu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de