21:36 22 Mijdar 2017
Zindî
    Alên Amerîka û Îranê li Viyenayê

    Îranê hişyarî da Amerîka

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2210

    Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf daxawz ji rêveberiya Serokê Amerîkayê Barack Obama kir, rê li ber hewlên Kongreya welatê xwe bo rêgirtin ji pejirandina rêkevtina etomî ya Îranê û welatên koma 5+1 bigre.

    Kurdistan  — Wezîrê Derveyê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş ligel Wezîrê Derve yê Brazîlê Mauro Luis de li bajarê Tehran paytextê Îranê ragihand, Îran dê rêkevtina karkirina hevbeş derbarê bernameya etomî ya xwe de wek binpêkirinekê bide naskirin, eger Kongreya Amerîakyê her cure rêkarek li dijî rêkevtina etomî ya Îran û koma 5+1 bi kar bîne.

    Mihemed Cewad Zerîf herwiha daxwaz ji rêveberiya Koşka Spî û Serokê Amerîkayê Barack Obama kir, ku rê li ber hewlên Kongreya Amerîkayê bo şikest pê anîna rêkevtina etomî bigre.

    Cewad Zerîf got: "Rêveberiya niha û dahatî ya Amerîkayê pabend e bi cîbicîkirina bendên rêkevtina etomî û nabe bi ti awayekê ti destkariyek tê de bê kirin."

    HPG
    © Foto: umudayuruyenler.net
    Ew daxuyaniya Wezîrê Derve yê Îranê piştî wê çendê tê, ku endamên Partiya Komarî ya Amerîkayê li dijî rêkevtina etomî ya Îranê û koma 5+1 deng dan û ew yek bû sedema nerazîbûna Îranê.

    Her çiqas ku ew rêkevtin bi piraniya dengan redkirin, lê redkirina wê jia liyê Kongreyê ve tenê sembolîk e, ji ber ku Serokê Amerîkayê Barack Obama dikare wê biryarê veto bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê qedexeya derva rabû
    Li Amedê navbera gel û polêsan de pevçun derket
    Li Cizîrê derketina derve qedexe ye
    Polîsan êrîşî Bloka Aştiye kir
    Etîketan:
    Mihemed Cewad Zerîf, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de