18:04 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ahmet Davutoglu

    Davutoglu dîsa bû serokê AKPê - Hezar 353 deng

    © REUTERS/ Ümik Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Ji bo Serokatiya Giştî ya AKPê, Parlementerê Konyayê Ahmet Davutoglu hemû dengên hatin qebûlkirin sitand û bi hezar û 353 rayan dîsa hat hilbijartin.

    Navenda Nûçeyan - Ahmet Davutoglu di Kongreya Mezin a Asayî ya 5an a AKPê de li Salona Sporê ya Ankara Arenayê bi hezar û 353 dengan dîsa bû Serokê Giştî yê AKPê.

    Serokê Divana Kongereyê Bekir Bozdag dan zanîn di hilbijartina Serokatiya AKPê de ji hezar 445 dengan, hezar 360 deng hatîn avêtin û ji wan jî 7 deng hatin betalkirin.

    Bekir Bozdag diyar kir Ahmet Davutoglu bi hezar 353 dengan dîsa weke Serokê Giştî yê AKPê

    Weke tê zanîn jibilî Davutoglu ti kes din ji bo Serokatiya Giştî ya AKPê ne bibû namzed.

    13:00 — Kongreya AKPê — Davutoglu: Em ji rêveberiyê narevin

    Serokwezîr Ahmet Davûtoglû, beriya 5emîn Kongreya Mezin a AKPê bangî partiyiyan kir.

    Kongreyê ya AKPê dest pê kir. Pêşiyê peyama yekîtiyê da û paşê jî ji bo hilbijartina 1ê Mijdarê ji partiyiyan re got; amade bin.

    Serokwezîr di axaftina xwe de got;” me dît ku kî dixwaze nîfaqê têxe nav birayan. Em ne derfetê didin kemînan û ne jî em ji daxwaza gel a rêveberiya xurt direvin”.

    Davûtoglû:” piştî 7ê Hezîranê gelek senaryo hatin çêkirin. Ji bo vî welatî ber bi kaosê ve bibin, gelek gav hatin avêtin. Pê li bişkokê kirin, ji bo hemû destkeftiyan bin pê bikin, tevgeriyan. Bi hev re PKK, DAIŞ û derdorên din ji nişka ve ji bo destkeftiyên AKPê bin pê bikin tevgeriyan. Me dît ku kî dixwaze bira bi birayan bide kuştin. Em ne derfetê didin kemînan û ne jî gava gel daxwaza rêveberiyeke bi hêz bike em jê direvin.

    Kadroyên AKPê ji bo pêşeroj û aramiyê dimeşin. Me ew bûyer dîtin ku piştî 7ê Pûşperê pêk hatin. Em ê di 1ê Mijdarê de alaya Ak Partiyê daçikînin, em ê emanetên Şehîdan li ser piyan bigirin, Em ê ji bo ciwanan pêşerojeke birûmet ava bikin, hûn ji bo seferê amade ne?, hûn hedefa xwe dibinin?, em ê di 1ê Mijdarê de bi hev re bibêjin îradeya gel? Dilgirtiyên Ak partiyê; gava gel dil bixwaze, dilên xwe pêşkêş dikin. Bila rêwîtiya me bi xêr be û hedefa me nêzîk be”.

    Bi heman mijarî:

    Anê gorî El-Wehde PYDê di hilbijartinê de saxtekarî kirîye
    Li Stenbolê 15 kes hatin girtin
    Qedexeya li ser bajarê Cizîrê rabû - HDP li Cizîrê ye - 21 kuştin (Hat nûkirin)
    Amerîka: Berê Elqaîde niha jî DAIŞ!
    Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ji wezîfeyê hat hildan
    Etîketan:
    Ahmet Davutoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de