12:14 25 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya Tirkiyeyê - Tengava Stenbolê

    18 karkerên tirk di destê Yekîneyên Mêrkuj ên şiî de ne

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Li gorî vîdyoyeke ku kete destê Spûtnîkê, komeke bi navê Yekîneyên Mêrkuj ku berî çend rojan li herêma Sedrê ya Bexdayê 18 karkerên tirk desteser kiribûn vîdyoyek weşand; merc û daxwazên xwe rêz kirin.

    Di dîmenan de xuya dibe ku karker li ber dîwarekî ne û li dîwêr ‘em bi fermana te tevdigerin ya Îmam Husên' hatiye nivîsandin. Karker yeko yeko diaxivin û paşê daxwazên yekîneyê (xuya ye ku şiî ne) derdikevin ber ekranê. Li gorî vîdyoya weşandî merc û daxwazên yekîneyê wiha ne:
    1.    Bila Erdogan rê nede çekdarên ku ji erdê Tirkiyayê re derbasî Iraqê dibin.
    2.    Bila nehêle petrola Kurdistanê ya ku tê dizîn bi ser erdê Tirkiyayê re derbas bibe.
    3.    Bila mîlîsên we yên Artêşa Fethê ji dorpêçkirina Foa, Kefreyya, Nubul û Zehrayê vekişin. Herwiha fermanî mirovên xwe bike bila destûrê bidin ku alîkarî bigihêjin herêmên şîiyên li Heleb û Idlibê.
    4.    Eger Erdogan û partiya wî van merc û daxwazan bi cih neyînin, berjewendiyên Tirkiyayê û sîxurên wê dê bi tundî bên perçiqandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê 18 karkerên tirk hatin revandin
    Etîketan:
    Yekîneyên Mêrkuj, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de