18:04 23 Mijdar 2017
Zindî
    Vitaly Churkin

    Rûsya ji bo şerê DAIŞê merc danîn

    © Foto: in.sputniknews.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2101

    Rûsyayê ji bo beşdarbûna di operasyonên li dijî DAIŞê de mercên xwe aşkere kirin.

    Navenda nûçeyan — Serokê Encûmena Asayişa Navneteweyî, êriş û operasyonên Amerîka û hêzên hevpeyman ên li dijî DAIŞê yên li Sûriyayê tevgereke derveyî qanûnan bi nav dike.

    Serokê Encûmena Asayişa Navneteweyî û Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî, Vitaly Churkin, di daxuyaniyek taybet de ji Rûdawê re got: Li Sûriyayê êrişên esmanî yên Amerîkayê  ne qanûnî ne û li derveyî çarçoveya qanûnên navneteweyî wî şerî dimeşînin.

     Ji bo ku li Iraq û Sûriyayê beşdarî şerê li dijî DAIŞê bibe, Vitaly Churkinî behsa mercên Rûsyayê kir û da xuyakirin: 'Eger şerê li dijî DAIŞê bi biryara Encûmena Asayişê û hevahengiya Iraqê û Sûriyayê be, Rûsya amade ye ku beşdar bibe.'

    Amerîka û welatên endam ên hêzên hevpeyman li dijî rêxistina DAIŞê, zêdetirî salekê ye ku operasyonên esmanî li dijî çekdarên DAIŞê yên li Iraqê pêk tînin.

    Herwiha piştî êrişa çekdarên DAIŞê ya li ser bajarê Kobanya rojavayê Kurdistanê, operasyonên li dijî çekdaran li Sûriyeyê jî dest pê kir.

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ - Li Amedê êrişî polêsan kirin
    Parlamentoya Ewropayê hezên Tirkiyayê şermezar dike
    CHP: 'Li Cizîrê komkujî heye'
    Etîketan:
    Vitaly Churkin, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de